‘Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin’

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê yên herêma Cizîrê û bajarê Reqayê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûska yekemîn a bidawîkirina destpotî û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker e û piştrast kir ku di avakirina Sûriyeke demokratîk de bi israr in.

Li bajarê Reqayê, navçeya Tibespiyê ya herêma Cizîrê bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahî hatin lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi hevkariyê Navenda Hêzil a Çand û Hunerê û Navenda Til Hemîs a Çandê re şahiyeke bi boneya salvegera 8’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek li dar xist.

Şahî li hola Nadî ya Siyahî ya li bakurê Tirbespiyê li dar ket. Hol bi diruşmên şoreş û pankartên "Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê dê Sûriyeke demokratîk ava bikin" hat xemilandin.

Di şahiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Husên Ebawî, bi navê Meclisa kantona Qamişlo hevserok Efram Îshaq û bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî Abdulkerîm Siko axivîn.

Axêveran bal kişand ser çirûska şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got bû sedema têkbirina terorê , hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî ji tevahî sûriyan re, qedexekirina derbasbûna dagirkeriyê li nava xaka Sûriyê.

Axêveran da zanîn ku gelek hêzan hewl da li dijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hemû rêbazên bisekin ku hedefên gel ên avakirina pêşerojeke ronakbîr têk bibin. Bi saya şêniyên herêmê êdî hêza wê bo sembola aştiyê ji tevahî cîhanê re.

Di şahiyê de stranên gelêrî ji hêla Koma Şehîd Xebat a girêdayî Navenda Hêzil a Çand û Hunerê û koma Navenda Til Hemîsê ya Çandê ve hatin pêşkêşkirin.

REQA

Li Reqayê Meclisa Ciwanên Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi rihê 19`ê Tîrmehê ber bi Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî ve” şahiyek li Hola Taj a bajêr li dar xist. Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de cigîrê Desteya Serokatiya Meclisa Reqayê Hesen Mistefa axivî û armanca sereke ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê diyar kir û got ew tunekirina serdemên zordestî û paşguhkirinê ye.

Mistefa bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û bixebitin da ku saziyên Rêveberiya Xweser pêş bixin.

Endama rêveber a Yekitiya Jinan a Ciwan Menal Ziwêb di axaftina xwe de bûyer û encamên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr xistin û destnîşan kir ku projeya netewa demokratîk çareseriya aloziya Sûriyê ye û gelê Sûriyê ji şerê ku welêt wêran kiriiye xilas dike.

Menal Ziwêb fedekariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tunekirina zordestan, çeteyên DAIŞ û berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker di şoreşê de silav kirin.

Li aliyekî din endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliya Kecwan, diyar kir ku di encama zordestiya ku li ser gelan dihat meşandin, Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir. Jinan jî roleke girîng di avakirina civakê û birêvebirina wê de lîst.

Di şahiyê de Koma Çanda Reqayê berhemên xwe yên gelêrî yên Reqayê pêşkêş kirin. Koma Tebqayê ya Çand û Hunerê dîlanên gelêrî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirin. Koma Efrînê jî stranên girêdayî berxwedanê û Şoreşa 19`ê Tîrmehê stran.

(fr-şx)

ANHA


Mijarên Din