'Bi rihê jina azad em ê Rêber Apo azad bikin'

Kongra Star û Tevgera Kevana Zêrîn ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 20`ê Gulanê ve dest bi belavkirina broşûran kiribûn. Di wê çarçoveyê de îro mitingek li dar xist.

Şêniya herêma Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo tev li mitingê bûn ku ji aliyê Kongra Star û Tevgera Kevana Zêrîn ve hate lidarxist.

Têkildarî mijarê endamên Tevgera Kevana Zêrîn û dayîkên şehîdan, nêrînên  xwe ji ajansa me re parvekirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/154418_fatm-silmen.jpg

Endama Tevgera Kevana Zêrîn Fatmê Silêmen wiha got: "Em li vir amade ne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Kongra Star û Kevana Zêrîn ji bo azadiya Rêber Apo broşûr li tevahî Şehbayê belav kirin. Ji bo rêberê me azad bibe, çi bê xwestin em amade ne û em dê her tim li qadan bin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/154403_egemde-xell.jpg

Her wiha endama Tevgera Kevana Zêrîn Egemde Xelîl diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ev hefteyeke li qadan in û destnîşan kir ku jinên ciwan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk pêk were dê li qadan bin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/154432_gulistan-mamo.jpg

Her wiha endama Tevgera Kevana Zêrîn Gulistan Mamo jî diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Abdullah Ocalan daketine daqan û wiha gotin: "Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihiştin roja îro. Ji bo ku em Rêber Apo bi fîzîk azad bikin pêwîst e, dê bi rihê jina azad em dê Rêber Apo azad bikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/27/154349_asya-ebdo.jpg

Her wiha dayîka bi navê Asya Ebdo jî wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Ka dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, çima li hember tecrîdê deng nakin.”

Dayîka Asya soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li kolanan û li qadan bin ji ber ku bi saya wî jin bûye xwedî vîn û xwedî li doza xwe derketiye. 

ANHA  


Mijarên Din