​​​​​​​Bi pêla duwam a Koronavîrûsê re, tedbîrên Rêveberiya Xweser çine?

Bi zêdebûna nexweşên Koronavîrusê li herêmên di bin kontrola rêveberiya hikumeta Sûriyê de û li dewletên cîranên Sûriyê re, metirsiyên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Gelo tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo parastina  herêmê çi ne?

Tevî hişyariyiên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (HWO) jî, li gelek welatên cîhanê tedbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna şewba Koronayê hatibûn girtin, hatin rakirin. Vê yekê hişt ku pêleke din a şewbê vegere û jiyana bi hezaran mirovan bixe xeteriyê.

Di Hezîrana borî de hejmara nexweşên vîrusê li herêmên ku di bin serweriya rêveberiya hikumeta Sûriyê de ne, zêdetir bûn. Li gorî ku Rêxistina Tenduristiyê ya Sûriyê di  30`yê Hezîrana borî de ragihandiye, hejmara nexweşên Koronayê bûye 279 kes ku ji wan 102 baş bûne û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Piştî ku şewb li "Taxa Seyde Zeyneb, bajarokê Menîn, Qada Sedallah El-Cabîrî" derket û belav bû, rêveberiya hikumeta Sûriyê hin herêmên welêt bi taybet gund û bajarokên Şam û Helebê xistin karantînayê.  Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Sûriyê, piştî bidawîbûna dema ezmûnên amadehî yê sala xwendina 2019/2020 dê qedexeya derketinê ji nû ve bikeve meriyetê.

Li Sûriyê û welatên cîran ên wek Iraq û Tirkiyê hêjmara nexweşan zêde bû. Vê dawiyê hejmara nexweşên (covid-19) li herêmên başûrê Kurdistanê yên li kêleka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Lewra hikumeta Başûr li herêmên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê dîsa qedexe ferz kir û tevgera di navbera parêzgehan de qedexe kir. Hikumetê kampeke koçberên Sûriyê ya li herêmê ku bi navê Kampa Domîz tê naskirin û li başûrê parêzgeha Dihokê ye, ji ber tespîtkirina nexweşên vîrusê, girt.

GEL BI FIKAR E

Evîn Şêxmûs a ji şêniyên navçeya Amûdê wiha dibêje: "Em dezgehên çapemeniyê yên başûrê Kurdistanê dişopînin. Em bi fikar in. Dibe ku di demeke nêz de em bi xeteriyeke cidî re rû bi rû bimînin. Em dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê jî dişopînin, rojane nûçeyên tespîtkirina nexweşên nû tên belavkirin. Xuya ye ku rewş ber bi xetteriyê ve diçe."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyiê ji 16`ê Hezîrana borî ve  qedexeya derketinê rakir û ji nû ve dergehên ku herêmê bi herêmên serweriya hikumeta Sûriyê û herêmên başûrê Kurdistanê ve girê dide, kir xizmetê.

Bi belavbûna Koronavîrusê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de û herêmên başûrê Kurdistanê re, metirsiyên şêniyan derbarê belavbûna vîrusê li herêmên wan zêde dibin. Nexasim ku tevgera li dergehên bi wan herêman re zêde ye. Gelek kesên ji başûrê Kurdistanê tên, berê xwe  didin herêmên Rêveberiya Xweser. Her wiha şênî bi hêsanî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên serweriya hikumeta Sûriyê de, tevdigerin.

Evîn Şêxmûs derbarê wan metirsiyan de wiha got: "Heke dergeh bi vî rengî vekirî bimînin, dê xeteriya belavbûna vîrusê li herêmên me mezintir bibe. Ji ber ku dema nexweşên vîrusê derbasî herêmên me dibin em nizanin, nexasim ku vîrus heta 15 rojan bêyî ku nîşaneyên wê diyar bikin, di laşê mirovan de dimîne. Her wiha li herêmên me tu cîhazên ku vîrusê baş û zû keşif bikin tune ne. Lewra divê di dema ku kesên ji herêmên vîrus lê belave derbasî herêmê dibin, tedbîrên zêde bên girtin."

PÊLA YEKEMÎN JI BER TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER DERBAS BÛ

Li herêmên Rêveberiya Xweser tenê 3 kes  bi vîrusê ketin ku 2 ji wan baş bûn û yê din jiyana xwe  ji dest da. Nebelavbûna şewba Koronayê li herêmê bi saya tedbîrên Rêveberiya Xweser ên wekî ferzkirina qedexeyê, hemleyên dezenfektekirinê li hemû bajar û bajarokên herêmê, amadekirina navendên tenduristiyê, nuqteyên karantînayê û perwerdekirina kadroyên tenduristiyê, bû.

Têkildarî mijarê, rojnameger Horîn Hesen wiha daxuyand: "Bê guman, tedbîrên ku Rêveberiya Xweser di 23`ê Adarê de girtin û heta dema rakirina qedexeyê di 16`ê Hezîrana borî de, xebatekî baş û bi wate bû."

TEDBÎRÊN CIDÎ PÊWÎSTIN

Her wiha destnîşan kir ku ji nû ve aktîvkirina dergehan di qonaxa heyî de metirsî û xeteriyê zêde dike  û wiha berdewam kir: "Di qonaxa derbasbûyî de tu rewşên pir ên nexweşiyê li Sûriyê û dewletên cîran tune bûn. Qonaxa bê zêde hesas e. Lewra divê li dergehan ji bo kesên ji Şamê û herêmên din tên herêmên Rêveberiya Xweser, tedbîrên zêdetir hebin.

Her kes dizane ku aliyê tenduristî li herêmê lawaz e û ji dema destpêkirina aloziya Sûriyê ve û heta roja me ya îro pêwîstiya me bi gelek pêdiviyên tenduristiyê heye. Lewra divê hem ji aliyê Rêveberiya Xweser hem jî ji aliyê gel ve, bi lez tevger bê kirin û mijar cidî bê girtin."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê Şaneya Aloziyê ya têkoşîna Koronavîrusê Dr. Ciwan Mustafa di derbarê mijarê de wiha got: “Ji ber cejnê û hin boneyên din li hemû dergehên ku herêmên me bi herêmên din ve girê didin, tedbîr hatin hêsankirin û rê li pêşiya tevgerek mezin hat vekirin. Lê belê tedbîrên xweparastinê û tenduristiyê berdewam kirin û kesên ji derve  dihatin rastî testên tenduristiyê dihatin. Li piraniya wan dergehan heta niha tedbîr berdewam in."

DI DEMEK NÊZ DE TEDBÎR TÊN ZÊDEKIRIN

Dr. Ciwan Mustafa wiha axaftina xwe  dewam kir: "Zêdebûna hejmara nexweşên (covid-19) li herêmên başûrê Kurdistanê, herêmên serweriya hikumeta Sûriyê û herêmên din ku bi rê dergehan bi herêmên me ve tên girêdan, metirsiyên me der barê derbasbûna vîrusê li herêmên me bi rêya kesên ku tên herêmê, zêde dike. Lewra di demeke nêz de em ê rewşa dergehan di ber çav re derbas bikin û tedbîrên xweparastinê zêdetir bikin. Dibe ku em tenê rê bidin rewşên mirovî û yên lezgîn ku bikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku reşnivîsekê ji bo herêmê di hemû aliyan de  derxe. Dê qadên giştî û taybet bigire nava xwe û dê tekeziyê bi çawaniya dan û standina bi rewşa nû re û pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê, bike. Her wiha dê ji her qadekê re perspektîfên taybet bên dayîn.”

DIBE KU QEDEXEYA DERKETINÊ WERE FERZKIRIN

Her wiha destnîşan kir ku dibe ji nû ve qedexeya derketinê li herêmê bê ferzkirin û wiha got: "Heke metirsî zêde bû û hat xwestin, dê qedexe bikev meriyetê. Lê belê xebatê girîngtir ew ku civak der barê xweparastina ji vîrusê de bê hişyarkirin û karibe bi rewşa nû û bi şewbê re bide û bistîne, nexasim ku şewb heta demeke dirêj berdewam bike."

Dibe ku beydabûna derfetan û pêşketina teknolojiya û alavên tenduristiyê lil welatên cîhanê bi rengekî belavbûna koronavîursê kontrol bike, lê belê rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê cuda ye. Ew jî ji ber kêmbûna derfetan û dorpêça heyî û lawazbûna aliyê tenduristiyê ye ku dibe bi belavbûna vîrusê li herêmê re, bi xwe re keraseteke mirovî bîne.

Li gorî Dr.Ciwan Mustafa di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê de, Rêveberiya Xweser hin alîkariyên tenduristiyê û alavên tenduristiyê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê girtine.

Mustafa wiha da zanîn: "WHO`ê soza perwerdekirina tîmên tenduristiyê li herêmê li ser dan û standina bi (covid-9) da rêveberiyê. Ji ber girtina dergehê Til Koçer ê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê, em di gihîştina alîkariyên tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin.”

WHO`ê jî di Gulana borî de peyameke metirsîdar da ku rêveberê dozên tenduristiyê yên lezgîn a WHO`ê li ser zimanê rêxistinê di civîneke çapemeniyê ya bi rêya enternetê li Cinêvê wiha gotibû: "Vîrusekî nû ku cara yekê derbasî mirovahiyê dibe heye. Lewra em nikarin dema bidawîkirina wî diyar bikin. Dibe ku ev vîrus xwe di civakên me de bi bih bike û dibe ku qet bi dawî jî nebe."

Koronavîrus cara yekê di Kanûna 2019`an de li bajarê Wauhan ê Çînê derket û bi lez li welatên cîhanê belav bû. Heta niha zêdetirî 10 milyon û nîv mirov bi şewbê ketine û zêdetirî nîv milyon mirovî jî jiyana xwe  ji dest daye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din