Bi piştgiriya Misirê rewşa aloziya Lîbyayê ber bi çareserkirinê ve diçe

Civîna têkildarî diyalogên ewlekarî û leşkerî yên Lîbyayê ya li bajarê Xerdeqa yê Misirê di navbera nûnerên artêşa Lîbyayê û hikumeta Wîfaqê de li dar ket, bi dawî bû.

Civîn bi biryaran ku şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) kifş kirin û destekê dide wan, bi dawî bû. Ji wan biryaran ku di hefteya bê de civînên komîteya leşkerî ya hevbeş a 5+5 rasterast li dar bikevin û bêyî şert û mercan girtî werin berdan.

Her wiha biyar hate dayîn ku bi komîteyên pispor ên her du aliyan beriya dawiya meha Cotmehê pevguhartina dîlgirtiyan çêbe. Di heman demê de, rageşiyên çapemeniyê û teşhîrkirin werin sekinandin û li şûna wê zimanekî nerm were bikaranîn.

Her wiha biryar hate dayîn ku rêyên peywendiyên asmanî û bejahî werin vekirin û azadiya veguhastina welatiyan di nava bajarên Lîbyayê de were mîsogerkirin.

 (eh)


Mijarên Din