Bi însiyatîfa ciwanan pirtûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ hat vekirin

Bi însiyatîfa ciwanan, da ku piştgiriya pêşketina zanîn, bilindkirina asta çanda civakê, teşwîqkirina vegera li xwendinê û çavdêriya li ser xweperwerdekirinê, pirtûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ hat vekirin. Her wiha ‘Pêşbirka xwendinê’ ji hêla ciwanan ve di asteke baş de hat pêşwazîkirin.

Bi însiyatîva gelek ciwanên ji xwendekarên zanîngehê, Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê pirtûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ li bajarê Hesekê di hundirê avahiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk de hat vekirin.

Xwendin girîngiyeke mezin di jiyanê de ye. Bingeha zanistê ye. Ji xwendevanan re deriyên cihêreng ên zanist vedike. Xwendin bigeha zanist û deriyê wê ye.

Di pirtûkxaneyê de nêzî 300 pirtûkên cur bi cur hene. Weke; siyasî, dîrok, roman û hin pirtûkên derbarê zanista jin "jineolojî".

Li gorî ku tê çavdêrkirin, herî zêde serdan ji aliyê ciwanan ve tê kirin. Ji ber ku pirtûkxane piştgiriya pêşketina zanîn, bilindkirina asta civakê û teşwîqkirina vegera li xwendinê, dike.

Çavdêrê pirtûkxaneyê Abdullah Qadir got: "Di destpêkê de me pêşbirkên xwendina pirtûkan li dar xistin. Piştre me dît ku vê fikreyê cihê xwe girt. Ji lew re daxwaza vekirina pirtûkxaneya taybet a pêşbirka xwendinê hat kirin. Da ku azarên xwendevanan ji xwendina pirtûkên elektronîk bên kêmkirin."

Qadir diyar kir ku hedefa sereke ji pirtûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ ew e ku teşwîqkirina ciwanan a zêde li ser xwendinê bê kirin. Qadir got: “Ji ber ku baweriya mirova bi xwe zêde dibe, hêza kesayetî ava dibe, bingeha pêşketin, pêşdeçûna şaristanî û civakê ye.

Derbarê plan û rojevên pêşerojê de Qadir got: “Plana me ya foruma taybet a pêşbirka xwendinê heye. Ew jî ji ber pêşwazîkirina girse ya firkreyê ye. Ji wê jî zêdetir dê semîner li ser girîngiya xwendin û avakirina pêşbirkan bê lidarxistin."

Qadir ji Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk daxwaz kir ku alîkariya wan a firehkirina pirtûkxane û dabînkirina hejmarek zêde ya pirtûkan, bikin.

Ji kesên berê xwe dane ‘Pêşbirka xwendinê’ Robîn Xelîl got: "Projeyên wisa serkeftî ne. Dem amin bihîst pirtûkxane hatiye vekirin, pir kêfxweş bûm. Ji ber ku ji xwendinê hez dikim. Her wiha jî hêvî dikim ku proje bidome û berfireh bibe."

Pitûkxaneya ‘Pêşbirka xwendinê’ ya yekemîn li bajarê Hesekê bi însiyatîva ciwanan tê vekirin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din