Bi moşekên katyuşa li dijî konsolxaneya Amerîka li Bexdayê êriş pêk hat

Çavkaniyekî ewlekariyê yê Iraqê ragihand ku îro derdorê konsolxaneya Amerîka ya li paytexta Iraq Bexdayê bi 2 moşekên katyuşa hatiye hedefgirtin.

Êriş îro di saetên sibehê de pêk hat. Li gorî çavkaniyek ewlekariyê êrîş bi 2 moşekên katyuşa hatiye kirin. Hat ragihadin ku moşek li derdora sefaretxaneyê ketin û tiştek li tu kesî nehatiye. Lê parçeyên moşekan li mal û erebeyên li derdorê ketine û ziyana madî pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di dema êrişê de sîstema parastinê ya konsolxaneyê hatiye xebitandin, lê nekariye moşekan bêbandor bike.

Balkêşe ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî, duh bi daxuyaniyekê gotibû ku ew ê dijî dagirkeriya Amerîkayê, berxwedaniya Îslamî bi awayekî xurttir bimeşînin.

(cx)


Mijarên Din