Bi merasîmeke bi heybet şehîd Zinar Efrîn oxir kir

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE'yê Rehman Hisên (Zinar) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê spart axê.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Rehman Hisên (Zinar Efrîn) 25'ê Tîrmehê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bûe.

Girseya şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Rihman Hisên ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirt û bi karwanekî ji erebeyan berê xwe da goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê.

Li goristanê, şêniyan deqeyeke rêz girtin, dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa axivî û sersaxiya malbata şehîd kir.

Mistefa da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazên xwe yên hovane şêniyên Efrînê yên resen û yên li Efrîna dagirkirî mane armanc dike û bi vekirina gorên şehîdan sûcan li dijî nirxên pîroz ên gelan dike.

Mistefa destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk sûc û kiryarên xwe yên li dijî koçberên Efrînê berdewam dike, da ku berjewendiyên mezinên xwe yên osmanî pêk bîne û herêmên dîtir ên Sûriyê dagir bike.

Mistefa di dawiyê de got ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin heta armancên wan ên rizgarkirina Efrîn û tevahî xakên dagirkirî pêk tînin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star Zozan Hec Xelîl axivî û sersaxiya malbata şehîd xwest.

Zozan da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina yekser a sivîlan têkbirina vîn û berxwedana wan li Şehbayê û berdewamkirina sûcên xwe li dijî şêniyên resen ên Efrînê û guhartina demografiya herêmê ye.

Zozan Hec Xelîl sûcên dagirkeriya Tirk ên vekirina goristanên şehîdan û sûcên li dijî nirxên pîroz şermezar kirin û got ew şerekî derûnî ya ku dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê dide meşandin.

Zozan Hec Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan û vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Piştî axaftinan, mamoste Avdar Elo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Dûvre şehîd bi diruşmên silavkirina şehîdan, berxwedana şêniyên Efrînê û Berxwedana Serdemê hat oxirkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din