Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîda sivîl Nazliyê Mistefa hate veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenzayê Nazliyê Mistefa ya ku di komkujiya li Til Rifetê şehîd bibû bi merasîmekê li goristana Şehîdan a navçeya Fafînê veşartin.

Jina sivîl a ji gundê Sêmalka ya kantona Efrînê Nazliyê Mistefa duh di komkujiya li navçeya Til Rifetê de ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîbûn şehîd bû.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîda sivîl Nazliyê Mistefa ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn  wergirt û bi kerwanekî ji erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîdan a navçeya Fafîn ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona PYD`ê Hediya Yûsif sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên we bi pêkanîna komkujî û sûcan ku li pêşberî çavê cîhanê dike, dixwaze fişarê li civakê bike da ku dev ji xaka xwe berde."

Hediya Yûsif diyar kir ku tevî ku şêniyên sivîl tu gefan li ewlehiya netewî ya Tirkiyê, lê dewleta Tirk ti ferqê naxe navbera zarok, jin û mêran. Her wiha destnîşan kir ku hêzên dagirker bê serûber navçeya Til Rifetê an deverên din ên tijî sivîl topbaran dikin.

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana li Şehbayê û wiha domand: "Berxwedana ku li Şehbayê tê kirin dijmin bi hêrs dike. Ji ber vê yekê em li pêşiya her kesî dibêjin ku em ê asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku em li ser rêya azadî, netewa demorkatîk û biratiya gelan dimeşin, tu kes nikare me ji pêkanîna armancên me paşde vegerîne û em ê hemû herêmên xwe yên dagirkirî di serî de Efrînê rizgar bikin."

Piştre endama Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan axivî, siyaseta Rûsya ya îdiaya garantor û parastina sînorê Sûriyê ji zêdegaviyan dike şermezar kir û got: "Rûsya li ser hesabê xwîna zarok û jinan ji bo berjewendiyên xwe dixebite."

Her wiha endama Meclisa Kantona Şehbayê Nesrîn Îlêwî got: "Tevlêbûna xwîna şêniyên Şehba û Efrînê bi xwe serekftineke li hemberî dagirkerî û planên wê ye."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan  de spart axê.

ANHA


Mijarên Din