Bi lîstokekê hewl didin rastiya rûyê xwe yê qirêj veşêrin

Piştî rastiya wan a qirêj eşkere bû, çeteyên navê El-Hemzat li xwe dikin a girêdayî MIT‘ê "lîstokeke dramatîk" amade kir. Di lîstokê de hewl didin rastiya xwe veşêrin û îdia dikin ku ew kerameta jinên Efrînê diparêze.

Çeteyên koma El-Hemzat a girêdayî dewleta Tirk a dagirker dîmeke li ser tevna civakî par vekir. Di dîmen de tê îdiakirin ku kesên êrişî jinên bajarê Efrînê ya dagirkirî kirine ceza dikin.

Piştî nerazîbûnnên gelê Efrînê, gelê Kurd, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li dijî binpêkirinên li hemberî jinên Efrînî yên di girtîgehên çeteyên El-Hemzat a li bajarê Efrînê ya dagirkirî de, çeteyên behsa mijarê bi "lîstokek dramatîk" hewl dan rastiya rûyê xwe yên qirêj veşêrin.

Çeteyan dîmenê wê "lîstokê" li ser tevna civakî parve kirin. Di dîmenê de çete "Cemîl Rizq an ku Ebû Seîd" li zilamekî ku rûyê wî girtine û wî girêdane girêdane dide. Piştre ji jineke rû girtî re ku ji bo lîstokê anîne dibêje: " Em kerameta jinan diparêzin û hesab  ji kesên ku binpêkirinan li jinan dikin dixwazin."

Di dawiya dîmen de çete destê xwe ji kamerevan re hildide da ku dîmenkişandinê rawestîne. Ev yek nîşana lîstokeke dramatîk dide ku bi rêya wê hewl didin xwe bidin xuyakirin ku ew kerameta jinan diparêzin.

Lê dîmenê girtîgeha jinan rastiya rûyê wan ê qirêj û exlaqê wan eşkere dike.

Çavkaniyan ji bajarê Efrînê diyar kirin ku koma çete ya bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jinên ku ji hêla çeteyên El-Hemzat ve hatibûn revandin, dîsa radestî wan kirin

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku çeteyên El-Hemzat ji komên herî zêdetir ku sûc û binpêkirinan li dijî jinan pêk tînin in.

ANHA


Mijarên Din