Bi israra xwe firina xwe ya taybet vekir

Bi rêya firina xwe ya taybet a nan ji şêniyên 5 gundên rojhilatê gundewarên Kobanê re peyda dike. Her wiha hewl da karê xwe bi pêş bixe, di gavekê de ji bo ku rewşa aborî ya malbatê bi pêş bixe û alîkariya hevserê xwe bike. 

Narîn Ibrahîm (36) ji şêniyên gundê Qere Muxê ye ku bi 18 km rojhilatê Kobanê ye û dayika 8 zarokan e (5 keç û 3 kur). Keça wê ya mezin 16 salî ye û ya biçûk 3 salî  ye.

Xwest derfeteke kar ji xwe re peyda bike û alîkariya hevserê xwe bike. Israra wê bala şêniyên gund û gundên derdorê  kişand. Lewre hewl da karê xwe bi pêş bixe û firina xwe ya taybet vekir.

Narîn Ibrahîm firina xwe li ser rêbaza firinên ku li Sûriyê têne avakirin, ji qermîdan ava kir û li nêzî mala xwe vekir.

Narîn rojane firinê ji saet 6:00`an heta 12:00`ê nîvro vedike. Narîn destpêkê hevîr amade dike. Ard, kuncî, reşreşik, miqdarên ji ardê zîro tevlihev dike. Ev nan di nav şêniyên Kobanê de bi “nanê Diyarbekir” tê naskirin.

Bi vêxistina ocaxê re û piştî saetek û nîv Narîn dest bi çêkirina nan bi yek hecimî dike û piştre dibirêje.

Narîn nan difiroşe şêniyên 5 gundên derdorê. Şênî nan ji firinê bi buhayê 100 lîreyên Sûriyê dikirin. Narîn rojane 400 nanan difiroşe.

Tevî çêkirina nan şêniyên gundan ji Narîn dixwazin ku nanê bigoşt û sermîsankan ji wan re çêke.

Hindek astengî rastî karê Narîn Ibrahîm tên. Jê bilindbûna buhayê arvan. Destpêkê bi 6 hezar lîreyên Sûriyê dikirî lê niha bi 9 hezar lîreyên Sûriyê dikire. Tevî wê jî buhayê hevîrtirşê û hindek madeyên din zêde bûne. Her wiha zehmetiyan di peydakirina mazotê de ji bo ocaxa firinê dikişîne.

Hevserê Narîn Simko Ibrahîm cotkar dema karê xwe xilas dike, tevî keça xwe ya mezin alîkariya Narînê dike. Narîn dibêje ew di karê xwe de kêfxweş û serbilind e, ji ber ku pêdiviyên malbata xwe û nan ji şêniyan re peyda dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din