Bi hinceta berxwedanê hat girtin û êşkecekirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê efrînî Mihemed Şêx Horo ji mala wî ya li gundê Şêx Xurzê revand. Di nava hefteyekê de rastî hemû cureyên îşkenceyê hat. Tawana wî jî ew bû ku dema artêşa Tirk a dagirker êrîşî kantona Efrînê kir, wî li ber xwe dabû!

Ji 18`ê Adara 2018`an ve  dema ku artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, kiryarên hovane li dijî sivîlan didomin.

Welatiyê bi navê Mihemed Şêx Horo (38) zewicî ye û 5 zarokên wî hene. Ji şêniyên gundê Şêx Xurzê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Niha li Kolana 15’an a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dimîne.

Piraniya şêniyên  Efrînê di jiyana xwe de mewsimê zeytûnan ji xwe re esas digirin û pêdiviyên jiyana xwe pê peyda dikin. Ji wan yek jî Mihemed Şêx Horo ye. Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê neçar ma ku ji mala xwe derkeve û ber bi bajarê Helebê ve biçe. Lê tu dexlê wî tune bû, ji ber wê di mewsimê berhevkirina berhemên zeytûnan de biryar da ku dîsa li Efrînê vegere da ku pariyê xwarinê ji malbata xwe re peyda bike.

Dema Mihemed Horo di mala xwe de bû, ji aliyê çeteyên Siqûr El-Şemal ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hat revandin. Tawana wî ku dema êrîş li ser kantona Efrînê pêk hatin, wî li ber xwe daye! Dema hat revandin ji aliyê çeteyan ve gelek lêdan xwar û hat îşkencekirin.

Girêdayî mijarê Horo wiha dibêje: "Dema ez gihîştim gundê xwe, min hewl da tişta ji mala min maye bi ser hev de bînim. Min du erebeyên ji cureya Mitsubishi dîtin. Girtin bi ser mala min de û çavên min girê dan. Min nizanîbû bê ez bi ku ve birim."

Mihemed Horo diyar kir ku piştî demekê ji revandina wî nas kir ku ew li gundê Ezrî yê navçeya Bilbilê ye û wiha pê de çû: "Cilên min ji min kirin. Bi rêya amûrekê îşkence li min kirin. Bi kabloyan li min dan. Naylon li ser laşê min helandin. Bi kehrebeyê îşkence li min kirin."

Mihemed Horo destnîşan kir ku kesên ew revandibûn çeteyên Siqûr El-Şemal bûn û ev tişt anî ziman: "Dema ku nikaribûn tu tiştî li min îsbat bikin, hinceta ku gundê Şêx Xurzê di êrîşên dagirkeran ên li ser Efrînê de li ber xwe da û ez jî yek ji wan bûm. Her wiha gotin em sedema kuştina çeteyên wan in."

Mihemed Horo diyar kir ku çeteyan gef lê dixwar ku heger 10 hezar dolar nede dê tu carî wî serbest bernedin. Pereyên ku çeteyan dixwest bi wî re tune bû. Mihemed 6 rojan bê xwarin li gel çeteyan girtî dimîne. Dema naskirin ku ew nikare fidyeyê bide, ew serbest berdan.

Der barê hebûna girtiyên din de Mihemed Horo got welatiyê bi navê Welîd Osman û Cemal Osman jî li wê derê bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din