Bi hezkirin û rihê biratiyê sûka xwe parastin

Sûka Fatora ji kevntirîn sûkên li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamilo ye. Sûka Fatora di sala 1932’an de hat avakirin. Piştî avakirina Sûkê bi 5 salan hat topbarankirin.  Hikumeta Sûriyê navekî Erebî lê kir, lê hê jî heta niha  taybetmendiya xwe parastiye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek cihên dîrokî yên floklorî hene. Yek ji wan cihan jî navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê ye. Navçeya Amûdê ji kevntirîn herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha tê de gelek kevneşopî, adetên eşîrtî, hezkirin û rihê biratiyê heye.

Dîroka navçeya Amûdê zêdetirî 3 serdeman e. Navçeya Amûdê 27 km dikeve rojhilatê Qamişlo, 25 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê û 68 km dikeve başûrê Hesekê. Tê de 3 girên dîrokî hene; Girê Mozan, Girê Şagirbazar û Girê Şermola.

Heta niha jî li wan cihên dîrokî tevgera şêniyan heye. Yek ji wan cihan î Sûka Fatora (Sûka Caw) ya li naverasta bajêr e û kevntirîn sûk e. Sûk di  1932’an de hat avakirin. Navê wê ji dikanên firotina cawên, tê.

Ji dema avakirina sûkê û heta niha şêniyên Amûdê û gundewarên wê ji bo kirîna kel û pelan berê xwe didin Sûkê. Her wiha bi demê re ji sûka firotina caw vegerî firotina xişir, cil û pêlavan, dikanên çêkirina pêlav, dikanên dirûtinê.

Hec Behcet Dawûd (70), li Sûkê bi navê Şêx tê nasîn. Dawûd xwediyê dikana caw an e û ew dikan ji bavê xwe wergirtiye.

Behcet Dawûd li ser dîroka Sûkê wiha dibêje: "Amûdê gundek bû. Bi demê re pêş ket û şêniyan dikanên bazirganiyê lê vekirin. Di destpêkê de 2 sûkên bazariyê lê hatin vekirin. Yek ji wan helweşî û şaredariyê cihê wê girt.  Ya din jî Sûka Fatora ye ku tê de caw dihatin firotin û piştre pêş ket. Lê hê jî li ser xweşikbûna xwe ye û li Amûdê sûka sereke ye.”

TEVÎ HEWLDANÊN EREBKIRINÊ, LÊ NAVÊ WÊ HAT PARASTIN

Derbarê navlêkirina sûkê de Dawûd wiha got: “Di berê de caw bi Fatora dihat nasîn. Ji ber sûk ji bo firotina caw bû, ew nav lê hat kirin û heta niha ew nav e.  Li gel wê jî hikumeta Sûriyê gelek hewldanên guhartina navê wê bi sûka Wehde kirin, lê navê xwe parast.”

Piranî dikanên bazirganiyê yên li Sûka Fatora ji heriyê bûn, girêdayî mijarê Dawûd got: “Sûk ji axa girên Amûdê hat avakirin. Her wiha piştî xebata avakirinê caw ji herêmên Sûriyê bi taybet Heleb dianîn. Hemû çîn û pêkhateyên navçeya Amûdê û gundewarên wê ji bo kirînê berê xwe didin sûkê. Berê, di Sûkê de Kurd, Suryan, Ermen û Ereb hebûn. Lê belê xiristiyan ji herêmê koç bûn, tenê hejmarek kêm ma."

SÛK PÊŞ KET

Di 1937’an de balafirên Fransayê ji bo têkbirina serhilana hin qebîleyên Kurd bi serkêşiya Seîd Axa Deqorî li dijî mêtîngeriya fransî, sûk bombebar kir. Ew roj bi "Toşa Amûdê" tê nasîn. Di encama bombebaranê de bi dehan dikanên bazirganiyê yên li sûkê şewitîn.

Dawûd got wan ji nû ve sûkê sererast kir, her wiha bi demê re dikanên ji çemento lêkirin.

BI RIHÊ KOMÎNAL Û BEŞDARIYÊ REWŞA SÛKÊ BI PÊŞ XISTIN

Ji ber sûk, sûka bazariya caw bû û di encama baranê caw şil dibû û zemîna sûkê bi herî dibû, xwediyên dikanên bazirganiyê biryar da ku sûkê baş bikin. Bi wê re jî zemîna sûkê teht kirin û baniya wê çêkirin. Ew xebat jî bi rêya komkirina pereyan ji hev du pêk hat.

HEZKIRIN û BIRATÎ SÎFETA SÛKA FATORAYÊ YE

Bazirganê caw ê kevn li Sûka Fatorayê Enes Mela Abdurehman diyar kir ku ew ji nêzî 25 salan ve li sûkê dixebite û wiha got: "Ji salan ve em li sûkê dixebitin, her wiha tevahî bazirganên li vir dixebitin çi Kurd, Ereb an jî Suryan dibe wek bira ne, hezkirin bingeha mayîna me li vir e. Em li vir malbatek in, şîn û kêfxweşiya xwe bi hev re derbas dikin û piştevaniya hev dikin."

ANHA


Mijarên Din