Bi hezaran şêniyên Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û israra mafê parastina rewa ya li dijî dijmin, bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê daketin qadan.

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, li pêşiya çerxerêya Sefîniyê ya ku dikeve ser rêya Helebê ya bajêr dest bi meşekê kirin. Xwepêşandêran wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, di wan de wêneyê  Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef hilgirtin, her wiha pankartin bi nivîsên "Bi pêşengtiya jina Sûriyê re dê Berxwedana Rûmetê bi ser bikeve, ciwanên Minbicê, em ê heta rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkerê Osmanî li ber xwe bidin, pêkhateyên Minbicê dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin" hilgirtin. 

Xwepêşandêran alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên wê, Ciwanên Şoreşger hilgirtin û sloganên"Girê Spî heta mirinê bi te re ye, Serêkaniyê em heta mirinê bi te re bin, bi can bi xwîn em bi tere ne ey Minbicê, em can bi xwîn em bi tere ne ey şehîd" berz kirin.

Meş li qada giştî ya bajêr veguherî mîtîngê. Pişt deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo axivî. Şêxo û îşaret bi pêngava"Kaniya Aşîtiyê" kir ku zarok, şênî û sivîlên bêguneh bi çekên di nava cîhanê de qedexe ne li Girê Spî û Serêkaniyê qetil dike û wiha pê de çû "Wan  pêngava"Neba El-Selam" ragihandine, em jî navê Berxwedana Rûmetê lê dikin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de got, lehengên me di çeperên şer de dîrok û efsaneyan dinivîsînin.

Paşê ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Faroq Maşî axivî û banga yekîtiya gelê Sûriyê kir, her wiha bal kişand ser rola berxwedanê û şehîdên berxwedanê yên li hemû xaka Sûriyê.

Her wiha ser navê Partiya Sûriyê Pêşerojê serokê saxê Minbicê Azab Abûd axivî û got, em îro li dijî dagirkeriya Tirk û komkujiyên der heqê mirovahiyê de disekinin, artêşa Tirk û çeteyên wê rojnemevan û nûçegihanan dike armanc, ji ber rastiya hovîtiyê ji raya giştî re radigihînin.

Ser navê Meclisa Jinên Minbicê û Gundewarên wê Rêvebera Meclisê Nadiya Milhim axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û wiha anî ziman: “Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîdar bû, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn.”

Nadiya di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya mîtîngê de ser navê Meclisa Ciwanan hevseroka Meclisê Esama Remo axivî û îşaret bi qehremaniya QSD`ê ya li bajarê Serêkaniyê kir û got, dê dawiya faşîzma Tirk li Serêkaniyê be û serkeftin ya berxwedan û mirovahiyê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din