Bi hezaran şêniyên Bakurê Sûriyê serdana konê çalakiyê yê li Eyn Îsayê kir

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiya konê xwepêşandanê bûn. Çalakiya kon di 3`yê Kanûnê de ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re li navçeya Eyn Îsa dest pê kir.

Şandeyên beşdar ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bin konê çalakiyê li navenda navçeya Eyn Îsa kom bûn û pankartên "Dagirkerî şîdet e","Bêdengiya navneteweyî der barê binpêkirinên Tirkiyê de şermezar dikin" û wêneyên şehîd û birîndaran hildan.

Serokê partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan, bi navê eşîran Hisên El-Elî, bi navê Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemis Salih û bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Ehmed Silêman di çalakiyê de axivîn.

Axaftvanan dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina parçeyên ji xaka Sûriyê û koçberkirina şêniyên sivîl ji bajar û gundên wê ji Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin. Axaftvanan berxwedana ku QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk pêk tîne, silav kir û piştevaniya xwe ji berxwedanê re nîşan da.

Her wiha daxwaz ji hikumeta Sûriyê kirin ku ji diyalogê re vekirî be da ku rijandina xwîna gelê Sûriyê raweste û dawî li aloziyê were. Axaftvanan bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku tehdeyê li dewleta Tirk bike da ku binpêkirinên li ser bajarên Sûriyê bê rawestandin û koçberên wê lê vegerin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya beşdarên li xwepêşandanê naveroka nameya şandeya ku îro serdana baregeha Rûsya ya li Eyn Îsa kir û wiha got: "Me daxwaza rawestandina binpêkirinên Tirkiyê kir û garantiya vegera koçberan li warên wan kir, her wiha aliyê Rûs jî soz da ku ew ê van daxwazan ji hikumeta Rûsyayê re bigihînin."

Xwepêşandêran wêneyê serokê Tirkiyê Erdogan şewitand, bi wê yekê hêrsa xwe ji siyasetên dijmantiyê ku li ser xaka wan tê kirin, nîşan dan. Çalakiyên îro bi dirûşmên yekbûna gelê Sûriyê bi dawî bûn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din