​​​​​​​Bi hezaran şênî tev li merasîma oxirkirina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê bûn

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li merasîma oxirkirina cenazeyên hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser û cenazeyê şehîd Bêrîtan Dêrsim li goristana şehîdan bûn.

Merasima oxirkirinê ya hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Mihemed û Yilmaz Reşo, cenazeyê şervana YPJ`ê Bêrîtan Dêrsim li goristanên şehîdan ên Hesekê û Qamişlo dest pê kir.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê duh êvarê ragihandibû ku hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de li dijî gundewarê Girkê Legê, dema li ser navendan digeriyan şehîd bûne.

Îro li ser bangewaziya meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê û Qamişlo, bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê û Qamişl, bajarok û gundên girêdayî wan, li goristana şehîd Dijwar a Hesekê û goristana şehîd Delîl Seroxan a Qamişlo kom bûn da ku tev li merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

Di merasîman de bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, şandeyên rêveberiyên xweser û 7 meclisên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarên QSD, YPG, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partî û saziyên civaka sivîl hazir in.

Piştî ku cenazeyên şehîdan gihaştin goristanên şehîdan, merasîm dest pê kir.

Li gorî bernameya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Hesekê dê gelek axaftin di merasîman de werin kirin.

Berdewama wê tê.

(dm)

ANHA


Mijarên Din