Bi dirûşmeya "Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" îro Meclisa Kantona Qamişlo û Kongreya Star çalakiyek protestoyî li bajarê Qamişlo li dar xist. Ji pêkhateyên herêma Cizîrê û saziyên girêdayî wê tev li çalakiyê dibin.
Niha şênî diherikin qada Şehîd Xebat li rojhilatê bajarê Qamişlo da ku tev li çalakiya protestoyî bibin a ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û binpêkirinên wê der heqê şênî û xwezaya Efrînê û de li darketiye. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), QSD, YPG, YPJ û saziyên ku tev li çalakiyê bûne hildan.
Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn, YPG û YPJ`ê ji bo parastina çalakgeran tev li çalakiyê bûn.
Tê payîn ku di çalakiyê de gelek axaftin ji hêla Komîteya Amadekar ve werin kirin.
(şx)
ANHA