Bi hezaran ji bo Diyar Xerîb û rêhevalên wî herikîn Qendîlê

Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo xwedî li şehîdê xwe yê pêşeng û şoreşger Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî derkeve, berê xwe dan Qendîlê.

Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo helwest li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî nîşan bide, berê xwe dan Qendîlê. Posterekî mezin ê Ocalan û Diyar Xerîb di meşê de hate rakirin û dirûşmên, “Heval Helmbet Namire” qîriyan.

Girseya ku ji Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Raperîn hatin, li Raperîn gihîştin hev û ji vir jî bi sedan wesayîtan berê xwe dan Binarê Qendîlê.

Li Binarê Qendîlê meşeke girseyî ya bi beşdariya hezaran kesî pêktê. Di meşê posterên mezin yê Ocalan û Diyar Xerîb li pêşiyê de hatiye rakirin. Bi sedan wêne, posterên Ocalan û Diyar Xerîb hatin rakirin. Her wiha posterê 3 şehîdên pêşeng ên Başûrê Kurdistan Dr. Sîrwan, Diyar Xerîb û Viyan Soran hatin rakirin. Di meşê de alên PKK’ee û KCK’ê hatin rakirin.

Meş bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Heval Helmet Namire”, “Şehîd Namire” û dirûşmên dijî dagirkerî û hevkariyê hatin gotin.

Jin di rêzên pêş de jinan cihê xwe girtin, her wiha xuşka Şehîd Diyar Xerîb tevlî li meşê bibû.

Girse di van kêliyan de gihîştiye şehîdgehê. Piştî gul danîn ser mezarê  şehîdan û malbat serdana gora şehîd kir wê peyam bên dayîn.


Mijarên Din