Bi hezaran endamên HPC’ê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî  (HPC) li ser xeta sînor ya bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê gefên Tirkiyê protesto kirin.

Bi berdewamkirina gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çalakiyên nerazîbûnê li tevahiya bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Bi vê mebestê bi hezaran ji endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya kantona Hesekê ji çarxerêya Meclisa navçeya Serêkaniyê heya konê çalakiya mertalên zindî li ser sînoran rojavayê bajarê Serêkaniyê meşiyan û gefên Tirkiyê şermezar kirin. Her wiha bang li dewletên cîhanê kirin ku sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên `Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike` û `Na ji Osmaniya nû re` hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê berz kirin. Meşvanan piştgiriya Hêzên Parastina Civakî ji şêniyên herêmê re li dijî dewleta Tirk a dagirker tekez kirin.

Piştî ku meşvan gihaştin konê çalakiya mertalên zindî, merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir piştre endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî Îmad Biro axivî û got : "Sedema aloziya Sûriyê, tunebûna nîqaşên siyasî di navbera aliyan de ye. Lewra em ji vir radighînin ku em bi nîqaşên siyasî bi tevahiya aliyan re ne dûrî gefxwarinê."

Biro destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji tevahiya aliyan re tekez kirin ku ew bi aştiyê re ne û li dijî rijandina xwîna gelê Sûriyê ne.

Biro bang li hêzên navdewletî kir ku helwesta xwe ya li hember dewleta Tirk a dagirker û gefên wê diyar bikin û wiha domand: "Herêma ku Tirkiyê behsa wê dike, bi xwe ewle ye û pêwîst nake ku Tirkiyê derbasî wê herêmê bibe. Ev herêm bi sedan ji koçber û penaberan ji tevahiya Sûriyê pêşwazî kir."

Endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî-Jin Nesrîn Mihemed axivî û got: "Hêzên demokrat dê bi rola xwe di guhertina zihniyeta mêrdestî de rabin û dê li dijî faşîzmê li berxwe bidin. Em ê bisekinin û bi erkên ku dikevin ser milên me têbikoşin û em ê rêgezên demokrasiyê vejînin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din