'Bi hevgirtina erebî û kurdî em ê li pêş hemû komployan bibin mertal'

Helbestvanê Kurd Lorî Til Darî got: "Yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmê wê rola pêkhateyan a li hemberî planên Tirkiyê û kesên ku destekê didin dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike."

Helbestvan Darî bi bîr xist ku Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî, di hevpeyvînekê bi kanala "Medya Haber" re girîngiya têkiliyên kurdî û erebî li Rojhilata Navîna nû anîye ser ziman û banga rizgarkirina ji hişmendiya netewdewleta teng û ya şovenîst kiriye. Kalkan her wiha banga pêşxistina rêveberiya jiyana hevbeş a di navbera gelan de û yekitiya demokratîk kiriye.

Her weha helbestvanê Kurd Lorî Darî girîngiya têkiliyên Kurd û Erebî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Heke em li dîroka gelan û nelihevkirina wan vegerin em ê bibînin ku lawazbûn di helwest û parastina hebûnê de heye. Êrişên ku bûne yek bûn hêzek, di heman demê de heke parêzvanên xaka xwe bibin yek wê bibin hêzeke xurtir."

Lorî Til Darî destnîşan kir ku danûstaninên di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lihevkirina li ser yekitiya netewî û parastina vê erdîngariyê dermanê herî serkeftî ye, ji ber ku gelek aliyan girîngiya yekitiyê kêm kirin.

Til Darî da zanîn ku yekitî û lihevkirina pêkhateyên herêmê dê rola pêkhateyên di bersivdana planên Tirkiyê û aliyên ku destek dane dagirkirina herêmê de xurt bike û got: "Bi yekitiyê em li hemberî hemû komployan bibin mertal."

Helbestvan Lorî Til Darî destnîşan kir ku Tirkiyê plan dike da ku dest deyne ser xêra wî welatî û jêderên berhemên wê û gelên herêmê ji xêra welat bi par bihêle.

'DIVÊ LIHEVKIRIN LI SER ESASÊ NETEWÎ, DIRUSTBÛN Û XWEDÎ LÊVEGER BE'

Lorî Darê da zanîn ku divê lihevkirin li ser esasî netewî, dirustbûn û xwedî lêveger be, da ku dijmin nikaribe lihevkirin derbas bike û ajnîdeyên xwe di nava pêkhateyan de belav bike û wiha domadn: "Ji ber ku plan û komplo bê navber li pişt perdeyan li dijî gelê herêmê têne kirin. Ji ber vê yekê xebateke dirust û netewî pêwîst dike ku sînorekî ji plan û komloyên dagirkeran re deyne."

Til Darî bal kişand ser girîngiya yekkirina rêz û xîtaba partiyên kurdî û wiha dom da axaftina xwe: "Nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî xizmeta berjewendiyên netewî nake. Ji ber vê yekê divê rêz û xîtaba Kurd bibe yek. Lihevkirina partiyên siyasî yên kurdî dê rê li ber avabûna yekitiya netewî ya di navbera pêkhateyan de veke û dê bandorekê li civakê bike. Dema şer xilas bûn, di vê pêvajoyê de siyaseta li ser asta navnetewî pêwîst dike."

Til Darî da zanîn ku lihevkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandoreke xurt li civaka navdewletî bike her wiha dê bibe hêza parastinê li hemberî her êrişên muhtemel ên li ser herêmê, ji ber ku gelê bi hemû pêkhateyên wê bûne qurbaniyên bazara siyasî ya di navbera dewletên mêtînger de."

Helbestvanê Lorî Til Darî banga yekitiyê li hemû partî, kesayet û rewşenbîran kir û got: "Îtifaq û yekitiya pêkhate û partiyên siyasî dê bandora wê li hundir û derve xurt bike û bibe hêza serkeftinê li hemberî hêzên dijberî herêmê."

ANHA


Mijarên Din