Bi hejmar.. sewaldarî û çandiniya li herêma Cizîrê

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê berfirehiya xaka çandiniyê li herêmê eşkere kir.

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê duh di civîna xwe ya salan e de li navenda Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a navçeya Amûdê li darxist, da ku rewşa rêxistinî ya salekê nîqaş bike û pêşinyarên ji bo pêşxistina rewşa çandiniyê û sewaldariyê li herêmê pêşkêş bike.

Civîna salan e ya Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê di roja duyemîn de dewam dike, rêveberiyê di civînê de behsa rewşa çandiniyê ya herêma Cizîrê di aliyê derfetan û enerjiya li herêmê heyî ji zeviyên ji çandinî û sewaldariyê re dibe.

Berfirehiya zeviyên çandiniyê li herêma Cizîrê 2,33 milyon hêktar e

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, berfirehiya zeviyên çandiniyê li herêma Cizîrê 2,33 milyon hêktar e. Her wiha xaka istismarkirî 1,605 milyon hêktar û rêjeya 68,8 ji xaka herêmê dibe, jê 477 hezar hêktar bi avdana bîran û bendavan tê kirin û berfirehiya xaka bejahî milyonek û 128 hezar û 100 hêktar e.

Çavkaniyan avê li herêmê ji çeman e ew jî jî çemê Xabûr, Ceqceq û Dijle.  Golên heyî jî gola Xatûniyê ye û berfirehiya wê 3 km2 . Bendavên heyî jî bendavê El-Basil, bendava 8`ê Adarê, bendava 7`ê Nîsanê, bendava El-Sifan, bendava El-Zexîrê, bendava El-Cîrahiyê, bendava Çilaxa, bendava El-Hekîmê, bendava El-Borzê û bendava Meşûqê.

Hejmara bîrên çandiniyê ya herêma Cizîrê gihaşt 53 hezar û 108 bîr, jê 21 hezar û 215 bîr istismarkiriye, jê 143 hezar û 252 hêktar tê av dan, lê bîrên din ne mustesmirin ji ber sedemên girêdayî rewşê.

Sewaldariya li herêma Cizîrê

Der barê sewaldariya di sala 2018 li ser asta herêmê, wiha bû:

Kantona Hesekê: Rêjeya çêlekan gihaşt 12 hezar û 824 çêlek, 930 hezar û 402 pez, 113 hezar û 682 pizin, 144 hezar û 471 mirîşk, 105 pêtên hêngiv û 2 hezar û 749 hêştir.

Kantona Qamişlo: 24 hezar û 302 çêlek, 589 hezar û 604 pez, 67 hezar û 86 pizin, 449 hezar û 385 mirîşk, 2 hezar û 414 pêtên hêngiv, 513 hêştir, 371 hesp û hezar û 164 camûs.

Hejmara giştî ya herdu kantonan ji çêlekan 38 hezar û 586, 152 hezar pez, 181 hezar û 260 pizin, 2 hezar û 519 pêtakên hingiv, 3 hezar û 262 hêştir, 371 hesp û hezar û 164 camûs.

Ji karên ku pêk hatin piştî civîna duyemîn a salan e û heta civîna salane ya sêyemîn a Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê, rêxistinkirina kar û xebata çandiniyê ya herêma Cizîrê bi rêya plana çandiniyê ya salan e, hejmara rûxsetên ji cotkaran re ji bo demsala 2018 – 2019 hatin dayîn, gihaşt 17 hezar û 93 rûxsetên çandiniyê.

Berfirehiya genimê hatî çandin li ser asta herêmê 378 hezar hêktar, lê berfirehiya berhema ceh gihaşt 520 hezar hêktar, hemû pêdiviyên çandiniyê ji (tof, semad û sotemeniyê) peyda kir.

Daneyên wê wiha ne:

Hesekê: Tofên genim 20 hezar ton, 110 hezar û 46 ton semad, semadê soper fosfat hezar û 697 ton, semadê tev lihev 10,4 ton, 29 milyon û 411 hezar û 423 letir mazo pêşkêş kir.

Qamişlo: Genim 27 hezar û 157 ton, yorya 26 hezar û 269 ton, soper fosfat 913,6 ton, semada tev lihev 3,6 ton, 209 milyon û 901 hezar û 575 liter mazot û tofên genim 6 hezar û 900 kg.

Rêveberiya Xweser berhemên genim û ceh ên cotkaran firot, ku 550 hezar ton ji genim û 153 hezar ton ji ceh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê firot.

Beşdar civîna xwe di roja duyemîn bi nîqaşên li ser raporên rêveberiya giştî ya çandiniyê û sewaldariyê dewam dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya