Bi hatina zivistanê re zehmetiyên koçberên kampên Dêrazorê zêde dibe

Zehmetiyên koçberên kampa El-Kesra û Ebû Xeşeb ku zêdetirî 2 hezar û 500 kes in, piştî ku şêniyên gundewarên Girê Spî û Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûne û bi taybt bi hatina demsala zivistanê re, zêde dibin.

Bi sed hezaran şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wan ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî herêmê, neçarî koçberiyê bûn. Niha di kamp û dibistanan de dijîn. Ji ber derfetên kêm û paşguhkirina rewşa wan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, rewşa wan xirabtir e.

Kampa El-Kesra û Ebû Xeşeb ên gundewarên rojavayê Dêrazorê di vê demê de gelek zehmetî dîtin. Ji bilî kesên ku berê di her dû kampan de bûn, bi sedan malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha kesên ku di kampa Mebrûka de bûn û ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin, berê xwe da her du kampên navborî.

Di her du kampan de nêzî 2 hezar û 500 koçber hene. Ew jî li ser 250 konan hatine belavkirin. Hejmara her konekî dibe zêdeyî 10 kesan. Kon wan ji serma û baranê naparêze. Her wiha ew kon kevn in. Kesên ku di wan de hatine bicihkirin, piraniya dema xwe bi zuhakirina konê xwe ji ava baranê derbas dikin û hindek ji wan jî konê xwe bi cawan, pîne dikin.

Îbarahîm El-Elî ji şêniyên gundewarên Serêkaniyê ye û wiha got:"Ez ji gundê Mebrûka me. Ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk li dijî herêmên me, em koçberî kampa El-Kesra bûn. Min tu tişt ji mala xwe dernexist. Tenê min malbata xwe ku ji 5 kesan pêk tê, xilas kir. Em li vê derê di nava gelek zehmetiyan de dijîn. Rêxistin jî alîkariyê nakin."

Welatiya bi navê Eliya El-Hesen ji şêniyên Dêrazorê ye û di kampa El-Kesra de dijî. Piştî hêzên rejîmê û milîsên Îranê herêmên rojavayê çemê Firatê xist bin serweriya xwe, gelek caran koçber bû. Herî dawî di kampa Mebrûka de bû, beriya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve were topbarankirin û careke din neçarî koçberiyê bibe.

Eliya çîroka koçberkirina xwe bi malbata xwe re ku ji 5 zarokan pêk tê, ber bi gelek herêman ve û ji wan kampa Mebrûka, Ebû Xeşeb û El-Kesra ve vegot. Eliya bi malbata xwe re gelek zehemtî dîtin. Serma, germahî û baran di gera xwe ya koçberkirinê de dît. Heta niha zehmetiyên wê zêde dibin û rêxistinên mirovî destek û alîkariyê nadine wan.

Fatma El-Elî mîna hemû koçberan e. Ji herêma El-Şolî ya Dêrazorê koçberî kampa Mebrûka ya gundewarên Serêkaniyê bû. Niha ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra careke din koçberî kampa Ebû Xeşeb bû. Fatma El-Elî diyar kir ku ew ji nişka ve ji mala xwe derket û nikaribû kaxezên îsbatkirina kesayeta xwe bi xwe re bibe. Fatma El-Elî destnîşan kir ku ji ber kaxezên wê tune ne, ew gelek zehmetiyan dibîne.

Fatma got wê bi rêxistinên ku serdana kampê dikin re hewl da ku wesîqetekê bidin wê da ku karibe alîkariyan bigire, lê hewldanên wê têk çûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din