Bi hatina havînê re dewleta Tirk bi zanebûn asta herikîna çemê Firatê kêm dike

Kêmbûna asta ava çemê Firatê li Sûriyê hilberîn û jêderên quta bi milyonan şêniyên Sûriyê tehdît dike. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn asta ava çem kêm dike, mîna ku di havîna 2017`an de kiriye, ew jî eniyek din e Tirkiyê li dijî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedike.

Di du hefteyên dawîn de dewleta Tirk a dagirker asta ava çemê Firatê yê ku ber bi Sûriyê ve diherike bi rêjeya ji sedî 60 kêm kiriye. Ev jî zeviyên bakurê welêt, derxistina kehrebe û avahiyên stratejîk bi kerastekê re rû bi rû dihêle.

Li gorî peymana ku di navbera Tirkiyê û Sûriyê de girêdayî parvekirina ava navdewletî hatiye mohrkirin, para Sûriyê ji avê 500 metrekabik di saniyekê de ye.

Dewleta Tirk avê bi miqdarên gelek kêm berdide. Asta herikîna avê di havîna 2017`an de gihaşt 100 metrekabik di saniyekê de . her wiha rêjeya heyî ya herikîna avê 200 metrekabik di saniyekê de derbas nekir.

Ji bo derxistina kehrebeyê divê bendav herî kêm 300 metrekabik av di saniyekê de çeke. Ev miqdar turbînekê ku 105 mêga wat kehrebe dide, dixebitîne.

Sê bendav li ser çemê Firatê yê ku dirajiya wî di nav axa Sûriyê de digihêje 600 km kehrebe û av didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bendava Rojava (Tişrîn) li başûr rojhilatê bajarê Minbicê, Firat mezintirîn bendavên Sûriyê li nêzî bajarê Tebqa û li paş bendavê golek ku têra 14 milyar metrekabik av dike heye. Bendava El-Hiriye li nêzî bajarê Reqayê.

Li Tirkiyê jî 6 bendav ava çemê Firatê beriya ku biherikê Sûriyê digirin. Jê bendava Ataturk duyemîn mezintirîn bendavên Rojhilata Navîn. Ev benda 48 miliyar metrekabik av depo dike.

Pirsgirêka kêmbûna asta ava çemê Firatê bi milyonan şêniyên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qutbûna ava vaxwarinê û kehrebeyê tehdît dike. Nîşaneyên vê xetereyê di vê hefteyê de belî kirin, kehrebe gelek caran qut bû. Li rex wê jî qutbûna avê rûberên fireh ji zeviyên avî li gundewarên bakur û rojavayê Reqayê û gundewarên rojavayê kantona Kobanê tehdît dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din