‘Bi fikrên rêber Ocalan aloziyên Rojhilata Navîn çareser dibin’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê got bi rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dê nakokî û aloziyên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin û aştî û demokrasî li herêmê pêk were.

Ji 15`ê Sibata 1999`an ve rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Îro jî bi hezeran mirov şopdarên fikrên Ocalan ên demokratîk in û banga azadkirina wî û şikandina tecrîda dewleta  Tirk a faşîst lê ferz dike, dikin.

Armanc ji vê komployê tunekirina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku banga mafên hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn dike. Lewra dewleta Tirk ji beriya çend salan ve tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike û hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re qedexe kiriye.

Di vê derbarê de, welatiyên navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan hêviya rizgariya ji zilmê da gelên bindest.

Welatiyê bi navê Salim El-Salim ku ji pêkhateyên Ereb e û wiha got: "Firk û felsefya rêber Ocalan hêvî da hemû gelên bindest. Ew tekane rêya rizgarbûna gelan ji siyasetên dewletên mêtinger e ku fikr, çand û zimanê pêkhateyên din red dike."

Salim El-Salim destnîşan kir ku firkên Ocalan li Rojhilata Navîn çirûskek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku hemû gel û pêkhateyan azadiya xwe di fikr û felsefeya demokratîk de dît. Dê aloziyên li Rojhilata Navîn jî bi fikr û felsefeya Ocalan çareser bibin."

Her wiha welatiyê bi navê Abdulrehîm Erebo ev tişt got: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan berdewama siyaseta dewleta dagirker e ku armanca wê tunekirina çand û hebûna gelê Kurd li her derê ye."

Abdulrehîm Erebo diyar kir ku roj bi roj bi doz û nasnameya kurdî xurt dibe û li ser fikrên Ocalan ku banga azadiya hemû gelên bindest dike, dimeşe.

Welatiyê bi navê Macid Hiso jî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Ocalan tenê bi laşê xwe girtî ye. Em fikr û felsefeya wî belav dikin. Her roj em xwe ava dikin û rêya xwe bi fikr û felsefeya wî dewam dikin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din