BI DÎMEN..QSD êrîşên DAIŞ`ê dişkîne

Îro çeteyên DAIŞ`ê  sûd ji rewşa hewayê girtin û bi çeteyên xwekuj êrîşî nuqteyên QSD`ê kirin. QSD`ê ew êrîş şikandin.

DÊRAZOR

Nûçegihanên ajansa me ku qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê li gundê Baxozê  dişopînin ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê piştî ku tengav bûn, sûd ji rewşa hewayê girtin û nuqteyên QSD`ê yên li derdora gund bi êrîşên xwekujiyê kirin hedef.

Nûçegihanên me tekez kirin ku QSD`ê amadekariyên xwe kiribûn û ew êrîş şikandin. Ji aliyekî din ve du çeteyên xwekuj li nêzî nuqteyên QSD`ê xwe teqandin. Heta niha tu agahî di derbarê êrîşan de nehatiye girtin.

Her wiha şer li tevahiya eniyên Baxozê berdewam e.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din