Bi dîmen.. cenazeyên leşkerên Tirk, tê gotin ku li Sûriyê hatin kuştin

Dîmenê cenazeyên hejmarek leşkerên Tirk bi awayekî berfireh di tevna civakî de belav bûye. Tê gotin ku leşkerên Tirk di şerên li bajarê Neyrebê yê rojhilatê Idlibê de hatin kuştin.

Di dîmenekî de ku bi awayekî berfireh di tevna civakî de hatiye parvekirin cenazeyên hejmarek leşker xuya dike. Ji cilên wan dixuyaye ku leşkerên Tirk in û yên ku dîmen jî kişandine ji cil û zimanên wan xuya dike ku girêdayî hêzên rejîma Sûriyê ye. Yek ji kesên dîmen dikişîne li ser cenazeyan dibêje ku yên Tirk in.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, dîmen ji bajarê Neyreb ê rojhilatê bajarê Idlibê hatine kişandin û leşkerên behsa mijarê di şer û topbarana di navbera wan û hêzên rejîmê de hatin kuştin.

Heta niha ne rejîma Sûriyê û ne jî Tirkiyê der barê vî dîmenê de daxuyanî nedane.

ANHA


Mijarên Din