‘Bi îdiayên dagirkeran neyên xapandin‘

Şêniyên bajarê Hesekê ku nerazîbûn nîşanî kiryara dewleta Tirk a dagirker ya leşkerkirina ciwanên Sûriyê û şandina wan ji bo şerê li Lîbyayê dan bang li ciwanan kirin ku bi îdiayên Tirkiyê nexapin û vegerin warên xwe.

Rejîma Tirkiyê bi serkêşiya AKP û serokê wê Erdogan hewl didin li ser hesabê gelên herêmê planên xwe yên dagirkirinê pêk bînin. Ji bo wê jî nakokî li herêmê gur kir. Bi taybet di 10 salên dawîn de tevgera gel a herêmê bikar anî. Mudexeleya Tirkiyê di Sûriyê de û destekdayîna komên çekdar û terorîst xelekek ji rêze planên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmê ye.

Gelek qadên siyasî û civakî yên li Sûriyê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, nerazîbûnên xwe nîşanî mudexeleya Tirkiyê yên di Lîbyayê de û leşkerkirina ciwanên sûrî ji bo şerê li Lîbyayê, didin

Şêniyên bajarê Hesekê siyasetêa Tirkiyê ya leşkerkirina ciwanên Sûriyê wek çete ji bo pêkanîna ajandeyên Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Hisên Ebdo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker dema êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, armanca wî ne parastina berjewendiya gelên herêmê ye, lê belê armanc dike bi tevahiya rêbazan hegemoniya xwe ya osmanî ferz bike û got: "Dagirkerî desteka komên çete û terorîst dike."

 ‘YÊN LI REX ERDOGAN NÛNERTIYA EREBAN NAKIN‘

Ebdo di nav gotinên xwe de binpêkirinên rejîma Tirk a dagirker û leşkerkirina ciwanên sûrî di bin navên ol û erebwarî de şermezar kirin. Ebdo destnîşan kir ku ew in tev li wan koman dibin û di bin baskê Erdogan de ne nûnertiya ereban nakin û ji erebwariyê dûr in.

Ebdo wiha berdewam kir: "Yên ku ji bo berjewendiya artêşa Tirk a dagirker û li dijî welatê xwe kar dikin û şerê gelê xwe dikin, divê vegerin warên xwe û welatê xwe biparêzin. Li hember dijminan bisekinin û bibin mertal."

 ‘LEŞKERKIRINA CIWANÊN SÛRÎ SÛCEK E‘

Şêniyê bi navê Nasir Elî leşkerkirina artêşa Tirk a dagirker ciwanên wan şermezar kir û got: "Ev kiryara li dijî gelê me de sûcek e. Zarokên wan bi mûçeyên ne rast têne xepandin û firotin. Gelo berjewendiya wan li Lîbyayê çi ye? divê vegerin warên xwe û axa xwe biparêzin. Ev erk ji mirina ji bo dolaran baştir e."

Elî wiha domand: "Artêşa Tirk armanc dike navê gelê Sûriyê reş bike. Ew ciwan xwe ji bo pereyan difroşin. Em vê kiryara sûcdar qebûl nakin."

 ‘DIVÊ CIWANÊN SÛRÎ BI ÎDIAYÊN TIRKIYÊ NEYÊN XAPANDIN‘

Xidir Hesen leşkerkirina Tirkiyê zarokên sûrî bi belayek mezin wesifand.

Hesen bang li ciwanên ku di nav çeteyan de li Lîbyayê û herêmên  din şer dikin,  kir ku vegerin warên xwe û got: "Bi îdiayên Tirkiyê ya ku olê bikar tîne û wan di şerên xwe de dide kuştin, neyên xapandin. Ola islamê qebûl nake musliman hev du qetil bikin."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din