`Bi dengê bilindbûna guleyan re dengê me jî dê bilind bibe’

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê li kantona Şehbayê xebatên xwe ji bo derxistina berhemên çandî bi dîmen ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Li gel êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê asta çalakiyên xwe yên ku rewşa berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk li hember dagirkeriya Tirk vedibêjin zêde kirin.

Koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Desteya Çand û Hunerê kişandina kilîpek bi navê `Her der Rojava ye` gotin û awaz Ciwan Hesen bi dawî kir. stran girêdayî pirşgirtiya Berxwedana Rûmetê ya Hêzên Sûriye Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li gel berdewama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Şehbayê û li gel dorpêça Rejîma Sûriyê li ser kantonê, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê karê xwe di rakirina moralên şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî yên ku di nav kamp û malên wêrankirî de dimînin tevî derfetên kêm  ranewestandiye.

Endamê Desteya Çand û Hunerê Ciwan Hesen  girêdayî rola Tevgera Çand û Hunerê di dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de êrişî axa Rojava dikin axivî.

Hesen di destpêkê de got: "Rola çand û hunerê di şoreşa rûmetê û parastina axê de ne tenê di rakirina çek de dimîne lê belê Tevgera Çand û Hunerê di xendeka girîng de li rex şervanan sekinî. Bi rêya qirik û mûzîka xwe li hember êrişkerê Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Hesen wiha domand: "Piştî koçberiya şêniyên Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve di 18`ê Adara 2018`an de Koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Desteya Çand û Hunerê gelek berhemên hunerî bi dimen li kantona Şehbayê derxistine. Bi armanca ku moralên şêniyan bilind bikin."

Hesen destnîşan kir ku di dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin de, kişandina kilîpekê bi navê `Her der Rojava ye` bi tevlibûna gelek hunermendên Efrînê bi dawî kir. Her wiha îşaretpê kir ku ew niha li ser kişandina kilîpek  li ser berxwedanê dixebitin.

Di dawiyê de Ciwan Hesen got: "Berhemên me yên hunerî wê ranewestin. Çendîn dengên guleyan bilind bibin em soz didin  wê dengê qirikên me jî bilind bibin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din