Bi dehan sersaxî ji malbatên her sê şehîdên Kobanê re xwestin

Bi dehan ji şêniyên kantona Kobanê, li goirstana şehîd Dicle ya girêdayî bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên her sê şehîdên ku li deverên cuda şehîd bûne re, xwestin.

Bi beşdariya bi dehan ji şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, li Goristana şehîd Dicle merasîma sersaxiya ji her sê şehîdan re hate lidarxistin. Navên her sê şehîdan wiha ne;Abdo Omer(Restem Kobanê) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a navçeya Sirînê Xelîl Îbrahîm Sobecî û şervana YPJ`ê  Heyfa Hec Kerao(Nojîn Ararat) ku di dema bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

Vê sibê konê sersaxiya ji her sê şehîdan re, li Goristana şehîd Dicle ya girêdayî bajarê Kobanê hate vedan.Di merasîma sersaxiyê de Endama Kongreya Star a şexê bajarê Kobanê Xanim Abdo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Xanim di dawiya axaftina xwe soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha di merasîma sersaxiyê de gelek axaftin hatin kirin û tekezî li ser girîngiya sekinandina  li dijî hemû kesên ku dixwazin dijbertiya xaka welatê ku bi saya berdêlên şehîdan hatine rizgarkirin bikin,  kirin.

Konê sersaxiyê heta sê rojan bi serdana şêniyan û endamên saziyan dê vekirî be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din