Bi dehan endamên Kongreya Amerîkayê cezayên nû li ser Tirkiyê ragihandin

Endamê Kongreya Amerîkayê Dan Crenshaw tevî endama kongreyê û seroka Kongreya Partiya Komarparêz di senatoyê de Liz Cheney û nêzî 30 hevalên wan ên komarparêz di senatoyê de, ji bo bersivdayîna êrîşên leşkerî yên Enqereyê yên li dijî Bakurê Sûriyê dê biryaran derxin da ku ceza li Tirkiyê werin ferzkirin.

Ev gav piştî xebatên senator Lyndsy Graham (endamê senatoyê) û Chris Van Hollen, pêk hat.

Crenshaw got: "Ev ceza encama şaş a rêveberiyê ye di veguhastina hêzên Amerîka ji Bakurê Sûriyê ye. Ev yek dê destekê bide hevalbendên me QSD`ê ku şirîkên me di şerê li dijî DAIŞ`ê de bûn. Divê em ji bo hevalbendên xwe û welat hesab ji Erdogan û çeteyên wî di artêşa azad a Sûriyê de li ser kiryarên wan bixwazin. Divê em van Ceza pêk bînin."

Liz Cheney jî got: "Divê Erdogan û rejîma xwe encamên giran ku êrîşî hevalbendên me di QSD`ê de bê rehme li Bakurê Sûriyê kirine, bibînin. Bi hezaran şehîd di şerê li dijî DAIŞ`ê de dan û di parastina welatê me de alîkariya me kirin. Ev ceza ne tenê ji bo bersivdayîna êrîşên rejîma Erdogan li djî Bakurê Sûriyê ne, lê belê metirsiyên Kongreyê ji demeke dirêj ve der barê hevkariya rejîma Tirkiyê bi dijberên DYA`yê re mîna Rûsyayê hebû. Heger Tirkiye dixwaze ku wek hevalbend lê were nihêrandin, divê dev ji êrîşên xwe berde û divê ji bo êrîşên wê li dijî hevalbendên me li Bakurê Sûriyê werin cezakirin."

(bx)

 


Mijarên Din