Bi însiyatîfa Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 28'ê vê Çileyê de perwerdeyeke destwerdanên lezgîn li navçeyên Til Temir û Şedadê yên kantona Hesekê hat vekirin.
Li Til Temirê 30 jinên ciwan tev li perwerdeya li gundê Şiwênê bûn, ku perwerde dê 15 roja dewam bike.
Di perwerdeya bi navê Şehîd Berfîn Botan de ciwan dê dersên pratîk li ser destwerdanên lezgîn ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a navçeyê ve, bigirin.
Têkildarî wê, endama rêveberiyê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Til Temirê Munîra Xelîl got: "Navçe bi awayekî rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Li gor wê jî me ev perwerdeya destwerdanên lezgîn û hemşeriyê vekir da ku ciwanan li gor rewşa heyî perwerde bikin û destekê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSDê yên li eniyên şer."
Ciwana bi navê Maya Ehmed ku ew beşdarî perwerdeyê bûye got: "Dijmin me bênavber hedef digire, ez jî wek jin dixwazim fêrî destwerdanên lezgîn û hemşeriyê bibim; ji bo ku amade bim û welatê xwe biparêzim."
Maya Ehmed bang li hemû ciwanan lir ku li gor şerê gel ê şoreşgerî cihê xwe di nav van perwerdeyan de bigirin.
Ciwana bi navê Riha Hisên jî wiha axivî: "Divê em hertim li hember êrişên li dijî herêmê, amade bin."
DI HER MALEKÊ DE HEMŞERIYEK
Li navçeya Şedadê jî, perwerdeyeke tenduristiyê ji bo ku di her malekê de hemşîreyek hebe, li hola Azadiyê ya navçeyê dest pê kir, tê de 15 ciwan beşdar bûn û tê payîn ku ew jî 15 rojan berdewam bike.
Der barê perwerdeyê de endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa navçeya Şedadê Mihemed El Elî destnîşan kir ku armanc ji van perwerdeyan pêşxistina ciwanan di warê destwerdanên lezgîn û hemşeriyê de ye da ku di rewşên awarte de amade bin.
Perwerdekar Mueyed El Xidêr jî got: "Pir girîng e ku di her malekê de hemşeriyek an kesê di vî warî de pirspor be, hebe."
(mh)
ANHA