Bi dehan ciwanên Qamişlo tev li nav refên berxwedanê bûn

Bi dehan xort û keçên bajarê Qamişlo tev li seferberiya giştî ya ku Hêzên Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye bûn.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve rastî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker tên. Artêşa Tirk tevahiya çekên giran û balafirên şer bi kar tîne.

Piştî êrîşan Hêzên Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya gişt ji bo sekinandina li hember êrîşên Tirkiyê ragihandin. Bi taybet bang li keç û xortan hate kirin ji bo ku çek rakin û tev li berxwedana li dijî êrîşên Tikriyê bibin.

Di vî warî de vê şevê bi deh keç û xortên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo tev li seferberiya giştî bûn.

Tevgera ciwanan diyar kir ku parastina axa welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan erkek neteweyî ye û dikeve ser milê hemûyan bi taybet ciwanan.

Ciwanan bang li rêxistinên ciwanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li nav refên berxwedanê bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din