Bi dehan caran hat îspatkirin ku dewleta Tirk çekên qedexe bikar tîne

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji 9’ê Cotmehê ve li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê tên kirin berxwedanek mezin û piralî despê kir. Piştî mezinbûna berxwedanê, dewleta dagirker di roja 8’an de li Serêkaniyê çekên qedexe bikar anîn.

Li ser bedena birîndarên rakirine nexweşxaneyên Qamişlo û Hesekê şopên şewatê yên tên dîtin bikaranîna çekên qedexe nîşan dide. Li gorî lêkolînên pispor û bijîşkên li nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Suriyê; şopên birînan nîşaneyên çekên kimyawî yên qedexe ne û bang li saziyên navnetewî kirin ku ji bo hîn zêdetir bi baldarî lêkolîn bikin.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a sala 2011’an, “Rapora çekên kimyawî” ya artêşa Tirk ji sala 1994’an heya sala 2011’an ev çekên qedexe li hemberî gerîlayên PKK’ê bikar anîne.

Li gorî raporê, artêşa Tirk 46 caran û çekên biyolojik bikar anîne, di wan êrîşan de hatiye tespîtkirin ku 437 kesan jiyana xwe jidest dane.

Di raporê de ev agahî jî cih digirin:

* Îdîaya li hemberî milîtanan ev çek bikar anîne: 39

* Îdîaya ev çek li hemberî derdor û xwezayê bakaranîne: 5

* Îdîaya çekên biyolojik bikar anîne: 2

* Di encama bikaranîna çekên kimyawî de jimara kesên jiyana xwe jidest dane: 437

* Di karanîna çekên kimyawç de jimara ajalên ku mirine: 134

Di heman demê de, li gundê Bilikan ê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê  di 11’ê Gulana sala 1999’an de 20 gerila bi çekên kimyawî hatin qetikirin. Ev bûyer di labaratuarên Almanya de hat dîtin ku çekên di navê de kimyasal heye û gaza kimyasalê ya xwediyê hêza kuştinê ye hatiye bikaranîn.

Her wiha li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerek ê sala 2009’an qewimîbû û têde 8 gerîlayan jiyana xwe jidest dabûn de jî hatibû tespîtkirin ku çekên kimyawî, artêşa Tirk a dagirker bikar aniye.

Mamosteyê Zanîngeha Hamburgê Hans Baumann li ser delîlên heyî lêkolîn kiribû û di encama lêkolînan de piştrast kir ku çekên kimayawî hatine bikaranîn.

Her wiha di şerê 31’ê Tîrmeha 2011’an li navçeya Şemzînana Colemêrgê qewimîbû de jî hatibû tespîtkirin ku çekên kimyawî artêşa Tirk a dagirker bikar aniye.

Li Cizîra Botan jî artêşa dagirker çekên kimyawî bikar anîne

 Yek ji pêvajoyên çekên kimyawî ango çekên biyolojik ku dewleta Tirk bikar aniye, pêvajoya rêveberiyên xweser ên sala 2016’an li Cizîra Botan bûye. Di wê pêvajoyê de, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê  Faysal Sariyıldiz ji bo lêkolînê ser rewşa Cizîrê bikin ji Sekreteriya Giştî Netewên Yekbûyî (NY), Dadgeha Ceza ya Navnetewî û Komîteya Konseya Wezîrên Ewrupayê re name şand. Sariyildiz di nameya xwe de cih dabû van xalan:“Di agahiyên ji otopsiyê derketine de diyar dibe  ku piraniya yên jiyana xwe jidest dane, bedena wan şewitî û xirabûne. Li Cizîrê di 64 rojên qedexeya derketina dervede, nasnameya 80 kesên jiyana xwe jidest dane diyarbû, hê jî nasnameya 129 kesên din ên jiyana xwe jidest dane diyar nebûye.”  

Li Efrînê jî bijîşkan bikaranîna çekên kimyawî tespît kir

Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, hat tespîtkirin ku çekên kimyawî hatine bikaranîn. Li gorî lêkolînên Çavdêriyê Mafên Mirovan a Suriyê di êrîşên hewayî yên ser gundên Bilbilê û Şerayê de jî çekên qedexe hatine bikaranîn. Cardin li ser bedena ji 20’an zêdetir birîndarên li nexweşxaneyên herêmê hatine bicihkirin de gumana bikaranîna çekên kimyawî hene.

Di 16, 17 û 18’ê cotmehê de piraniya wan zarok ser birînên birîndarên ku ji Serêkaniyê anîne nexweşxaneyên Qamişlo, Til Temir û Hesekê şopên şewatê yên heyî balê dikişîne. Li gorî agahiyên bijîşkê nexweşxana Hesekê Faris Hemo daye Ajansa ANHA`yê şopên şewatê yên ser laşê birîndaran xuya dike nîşaneya bikaranîna çekên qedexe ne. Hemo bilêv kir ku ji ber nebûna derfetan ew nikarin lêkolînê ser bikin.

Li aliyê dinê jî pisporên çekên kimyawî yê Îngîltereyê Hamish de Bretton-Gordon ku ji rojnameya The Times re axivî got: “Di 24 demjimêrên derbasbûyî de gelek wêneyên ku van agahiyan piştrast dikin hatine dîtin. Fosfora Spî çekek erjeng e.”

Li gorî Gordon dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê di êrîşên dagirkeriyê yên ser Serêkaniyê de madeyên ku Fosfora Spî digire nava xwe bikar anîne.

Pisporekî din ê ku gumana bikaranîna çekên kimyawî piştrast dike jî Prof. Dr. Şebnem Kurur Fincanci ye. Fincanci ya ku şewata ser bedena zarokan di dîmenan de şopandiye ev agahî dan Ronahî TV: “Derfetên me yên bi date şopandinê nîne, lê şewata li ser bedena birîndaran xuya dike ku gumanên me yên bikaranîna çekên kimyawî zêde dike.”

Bikaranîna çekên kimyawî çawan tê tespîtkirin?

Pispor li herêmên çekên kimyawî tên bikaranîn li sê şêwazên delîlan digerin: derdor, biyomedikal û belgeyên şahidan.

Ji derdorê şahidiya heyî parçeyên çekên hatine bikaranîn hene, mînakên axê û parçeyên çîmetoyê jî dibin.

Şahidiya biyomedikal mînakên testa xwînê, mîzê û por dibe. 

Mînakên belgeyî jî nirxandinên şahidê bûyerê ne, qeyîdên dîmenan û parvekirinên medya ya civakî dibin.

Li gorî pisporan xwe gihandina mirî û birîndaran pir giring e, ji ber çavkaniya rast a bê tespîtkirin ku çekên kimyawî hatine bikaranîn çavkaniyên biyomedikal in. Şahidên herî giring jî kesên jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî hevpyemana qedexekirina çekên kimyawî, cenaze jî di nav de hewceye xwe bigihînin hemû şahidan. Lê ji bo xwe gihandinê divê destpêkê cenaze bên dîtin.

ANHA


Mijarên Din