Bi boneya Roja Zimanê Dayikê li Qamişlo semînerek li dar ket

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Saziya Zimanê Kurdî  ya Qamişlo semînerek li dar xist.

Semîner li navenda SZK`ê ya Qamişlo li dar ket, endamên Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê, Zanîngeha Rojava, Komîteya Fêrbûna Zimanan, Akademiya Şehîd Egîd a Branşan, Komîteya  Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, mamosteyên dibistanên Qamişlo, gelek rewşenbîr û nivîskarên serbixwe beşdarî semînerê bûn.

Destpêkê endama rêveber a Saziya Zimanê Kurdî Gulê Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran kir û behsa dîroka zimanê kurdî kir û wiha got: "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, rojek e ku bi xwe re yekitiya gelan aniye."

Paşê lêkolîner û zimanzan Deham Abdulfetah semînerek da. Abdulfetah behsa ziman û girîngiya wî, bandora zimanê kurdî li ser pêkhateyên cîhanê kir û diyar kir ku zimanê kurdî di dîrokê de roleke girîng ji bo pêşketina mirovahiyê lîstiye. Abdulfetah behsa dijminên ku dixwest dîrok û bingeha zimanê kurdî inkar bikin, kir û got: "Em li yarisaniyê (oleke Kurdan a kevnare) vegerin dê vê rastiyê berçav bibinin."

Li gorî biryara UNESCO’yê ya sala 1999`an, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 21`ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand.

ANHA


Mijarên Din