Şevbêrk li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajêr, Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat û hejmarek helbestvan û rewşenbîr beşdarî şevbêrkê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê helbestvan Henaa Dawid a ji bajarê Hesekê, Bêrîvan Faris a ji Amûdê, Anahîta Sîno ya ji Serêkaniyê û Meryem Temir a ji bajarê helbest xwendin.
Hunermend Şêrko Emîn berhemên mûzîkê pêşkêş kirin. Di dawiyê de her wiha xuşka û bira Siwar Hesen û Alîza Hesan li amûrên "Cello û Oud" dan.
ANHA