Bi boneya Cejna Şehîdan mûm hatin pêxistin û dar hatin çandin

Bi wesîleya Cejna Şehîdan, li goristanên şehîdan ên li kantona Şehbayê daran hatin çandin û mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Bi boneya 18‘ê Gulanê Cejna Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê dar li goristina Şehîdên Komkujiya Til Rifetê  û goristana gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawayê  çandin.

Her wiha mûm li ser gorên şehîdan ên goristanên Şehîdên Berxwedana Serdemê, komkujiya Til Rifet û Aqîbeyê pêxistin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 1‘ê Kanûna 2019‘an de li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê komeke zarokan kir hedef, di encamê de 10 sivîl şehîd bû, di nav de 8 zarok hebûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka sala 2020‘an gundê Aqîbe ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin, di encamê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn.

ANHA


Mijarên Din