Bi biratiya gelan rewşên zehmet hêsan dibin

Ramî El-Nayf bi tecrubeya xwe ya çandiniyê erdê çandiniyê yê li baxçeyê mala ku lê dimîne berfirehtir kir û sûd jê girt, di heman demê de berhemên baxçeyê xwe li cîran û kesên ku pêwîstiya wan pê heye, belav dike. 

Taybetmendiya sereke ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya gelan e, pêkhateyên herêmê zehmetiyan bi hev re derbas dikin, ji milê leşkerî, siyasî, civakî û aborî jî ve bi giştî destekê didin hev.

Yek ji mînakên ku biratiya gelan li herêmê temsîl dike Ramî El-Nayf e ku di vê rewşa aborî ya zehmet de alîkarî û fikrê dayîna her tiştî li hemberî ne tiştekî jî di nava taxa xwe de derdixe pêş.

Ramî Ebd El-Ezîm El-Nayf ji pêkhateya Ereb e, 38 salî ye û ji bajarê Meyadîne yê girêdayî Dêrazorê ye. Ji sala 2017`an ve ji ber şer û pevçûnan, bi malbata xwe re koçî bajarê Qamişlo bûn.

Li Qamişloyê li taxa Siyah Ramî, hevjîna xwe û her çar zarokên xwe dimînin. Ramî El-Nayf li ser erebeyeke taybet dixebite.

Mal veguherand cihê çandiniyê

Mala ku Ramî El-Nayf û malbata xwe lê dimînin destpêkê xerabkirî bû, mal ji sê salan ve ne hatibû vekirin. Piştî ku derbasî malê bûn mal paqij kirin û giyayên hişk ji baxçeyê male rakirin, baxçeyê malê veguherandin cihê çandiniyê.

Ramî El-Nayf dît ku baxçeyê malê pak e ji çandiniyê re, ew erd bi kar anî, di sala borî de rûbereke biçûk tecrûbe kir, tê de tovê bamiye çand, ew rûbera biçûk berhemeke baş da, berhema wê têra malbata wî kir, her wiha li cîranên xwe jî belav kir.

Di werzê çileyê de gelek sebze jî çandin wek, bexdenûs, xes û hwd, ji berhemên wan jî sûd wergirt.

Ji xwe re qedexeya çûn û hatinê derfet dît

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya çûn û hatinê di mehên borî de ragihand, ji xwe re derfet dît ku rûbera çandiniyê berfirehtir bike, tovên gelek cureyên sebze û fêkiyan anîn da ku di rûberê de biçîne, vê tecrubeyê jî berhem da.

Ramî El-Nayf armanca xwe ji çandiniyê re diyar kir ku ew ne ji bo firotinê çandiniyê dike, ji bo ku hacetê xwe ji berhêmê ku derdikeve bibe û him jî li kesên ku bi hacet belav bike di vê rewşa aborî de ku sebze û fêkî buha bûne.

Ramî El-Nayf da zanîn ku hin cîran tên dixwazin bi pereyan sebzeyan bikirin lê ew bê pere dide wan. Her wiha bal kişand ser biratiya gelan di herêmê de û got: "Divê em di van rojan de alîkariya hev bikin, ger em alîkariya hev nekin tu kes alîkariya me nake, tu kes ji derve nayê alîkariya me nake."

Ramî El-Nayf wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yên ji derve dixwazin zirarê bigihînin me, naxwazin em wek pêkhateyên herêmê yekdest bin. Divê em yekdest bin da ku em van zehmetiyan bi hev re derbas bikin.”

Her wiha cîranên Ramî El-Nayf tekez kir ku ew bê pere sebzeyan dide wan û ev yek jî rastiya gelê herêmê ye.   

ANHA


Mijarên Din