Bi armanca qirkirina Êzdiyan 74 ferman pêk hatin

Di dîrokê de 74 ferman li dijî civaka Êzidî pêk hatin. Armanca wan fermanan qirkirina gelê Êzidî, ji holêrakirina çand û mirasa gelê Êzidî bû.

6 sal di ser komkujiya dawîn a li ser Şengalê re derbas bû, lê hîna birînên wê derman nebûne. Ruxmî ku DAIŞ têk çû û gelek encamên wê di girtîgehên Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, lê hîn jî çete û hêzên piştgiriya wan kirine, nehatine darizandin. Piştî fermana 74’an civaka Êzidî rêya tekane ya dubarenekirina fermanan dît û xwe birêxistin kirin.

Ji 74 fermanan piranî bi destê kalikê Tirkiyê Osmaniyan pêk hatin. Fermana dawî jî bi destê neviyên Osmaniyan pêk hat.

Êrişên qirkirinê, di nava gelê Êzidî de bi navê fermanan hatin navkirin. Ferman peyveke farisî ye û tê wateya  hikum an jî destûra ku sultan îmze kiriye. Fermanên ku li ser gelê Êzidî hatine kirin, rewabûnê dide kuştina gelê Kurd ê Êzidî. Bi fermana Sultan an jî waliyê Osmaniyan bi xwe pêk hatine.

Komkujî bi destê hin komên îslamî yên tundraw ku li gorî fetweyan qetilkirina Êzidiyan li tevahî erdnîgariya Kurdistanê helal kiriye, pêk hat.

Di 1670’yî de sultanê Osmanî Suleyman Xan Qanûnî piştî fetweya li dijî Êzidiyan ku muftiyê dewleta fermî Ebû Siûd Eradî derxistiye, fermaneke eşkere da ji bo ku Êzidiyan bikujin û li sûkan bifiroşin.

HEDEFA ÊRIŞÊN HOVANE QIRKIRINA ÇANDA KURD A KEVNAR E

Hin çavkaniyên dîrokî bi bîr xistin ku dema Şengal di bin serweriya Aramiyan de bû împratoriya Roma êrişî wan kir. Hwer wiha şêniyên wê li hember êrişa Roma li ber xwe dan. Lê belê nikaribûn êrişên artêşa Romayê bisekinînin. Piştre piştî 20 salan ji derketina Îslamê, misilman bi serêkêşiya Ebû Mûsa Eşerî derbasî Şengalê bûn.

Beriya hezar salî, artêşa Selcûqiyan bi serkêşiya Tuxrul Beg êrişî Iraq û başûrê Kurdistanê kirin. Her wiha beriya ku artêşa Selcûqiyan bigihe Bexdayê di Şengalê re derbas bûn. Bi wê re nêzî 4 hezar şengalî qetil kirin û mehekê dorpêç kirin.

Hin dîroknas dibêjin ku Selcûqî bi sedema berxwedana xurt a şêniyên Şengalê neçar man ku piştgiriyê bixwazin. Lê dema herî reş ji bo Êzidiyan dema desthilatiya Osmanî bû. Careke din artêşa ku ji dewleta Tirkiyê de hat, komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. Bi taybet ji ber ku çavkaniya mîras û çanda Kurd a kevn e. Ji lew re hedefa wan sereke qirkirin bû.

Êdî hedefgirtina Êzidiyan ne tenê li Şengalê, li seranserî erdnîgariya Kurdistan pêk dihat.

DÎROKA BIXWÎN DÎSA XWE LI ŞENGALÊ NÛ KIR

Di dirêjahiya dîrokê de,  heta 2014’an bi taybet meha Tebaxê, dîroka bixwîn xwe nû kir. Dîsa li dijî gelê Şengalê komkujiyek pêk hat.

Çeteyên ku navê “Dewleta Îslam a Iraq û Şamê” (DAIŞ) li xwer kiribûn û bi piştevaniya hêzên herêmî bi taybet dewleta Tirk, li dijî parêzgeha Şengalê ya li başûrê Kurdistanê êrişeke hovane pêk anîn û komkujî li dijî Kurdên Êzidî pêk anîn.

Li gorî şahidên ku ji komkujiyê rizgar bûne, di şeva 3’yê Tebaxê, di 02:30’an de çeteyan êrişeke hovane birin ser Êzidiyan. Hinek ciwanên Êzidî yên li gundê Siya Şêx Xidir û Girê Zerka li ber xwe dan. Lê endamên Pêşmergeyên PDK’ê bi fermana fermandariya xwe, ji Şengalê vekişiyan. Piştî vekişîna Pêşmergeyan çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran derbasî Şengalê bûn.

Yên rizgarbûne, berê xwe dan çiyayên Şengalê.

Bi wê re bi hezaran Êzidî hatin dorpêçkirin, bê av, xwarin û di havîna germ de man. Piştre HPG ji çiyayên Kurdistanê ber bi Şengalê ve çû û parastina Şengalê kirin. HPG’ê gelek şehîd ji bo parastina Şengalê dan. YPG û YPJ’ê piştevaniya Şengalê kir û korîdoreke mirovî ji Şengalê ber bi Rojava ve vekir. Ev korîdor ji bo gelê Êzidî bû rêya jiyanek nû.

DAIŞ Û ÇETEYÊN ARTÊŞA NÎŞTIMAN BI HEMAN TEWANBARIYA DI DEMA OSMANIYAN DE BI KAR ANÎN.

Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Zêdetirî 3 hezar jinên Êzidî hatin revandin û çeteyan ew li bazaran firotin. Bi dehan goristanên olî yên Êzidî bi hinceta kifira li dijî ol, hatin rûxandin. Ev hincet ji dema Osmaniyan heta dema DAIŞ’ê tên dubarekirin.

Êzidî hemû dizanin ku çi bi serê  Welatê Xalta "Warê eşîra Xalta" de hat. Ev war ji zêdetirî 400 gundên Êzidî ku tê de bi hezaran Kurdên Êzidî ji eşîra Xalta li newal û çiyayên Bagokê hebûn, dijiyan. Osmaniyan êriş wan gundan kir, tevahî gund şewitandin, şêniyên wê koçber û penaber bûn.

Ne tenê DAIŞ’ê êrişî Êzidiyan kir, li Sûriyê Êzidî di gelek sûcên mîna yên li dijî Şengalê re derbas bûn. Her wiha piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê perestgehên olî yên Êzidiyan rûxandin, malên Êzidiyan desteser kirin, navên kafiran lê kirin.

ERDOGAN XÎTABA NEFTETÊ LI DIJÎ ÊZIDIYAN BI KAR ANÎ

Piştî komkujiya Şengalê û hin malbatên Êzidî çûn bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker ew pêşwazî nekirin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan navê ne îslam li wan kir û xîtaba nefretê li dijî wan bi kar anî.

Dewleta Tirk û saziyên navdewletî tu alîkarî ji kampên Êzidiyan re nekirin. Lê belê Şaredariya ku ji hêla HDP’ê ve dihat birêvebirin, bi rêya hin çalakvan û hin rêxistinên berhikumî piştgiriya kampan kirin.

Piştî sal û nîvekê, ji ber astengiya dewleta Tirk a li dijî kampan gelek Êzidî vegeriyan Şengalê.

TIRKIYE DIXWAZE TIŞTA KU DAIŞ’Ê NEKARÎ BIKE, PÊK BÎNE

Ji 2017’an heta 2020’an, dewleta Tirk li hember hedefgirtina Şengal û şêniyên wê destgirêdayî nema. Dewleta Tirk ji dema têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê zêdetirî 13 êrişên asîmanî pêk anîn. Bi wê re jî tê piştrastkirin ku DAIŞ bi piştevaniya yekser a dewleta Tirk êriş dikir. Dewleta Tirk hewl dide tişta ku DAIŞ’ê nikarî bi dawî bikira, anku mîrasa Kurdên li Iraqê hedef bigirta û Şengal ji şênî û çanda wê ya kevnar e vala bikira,  temam bike.

Piştî 6 salan, Êzidiyên ku ji Şengalê derbasî kampên başûrê Kurdistanê bibûn, vedigerin Şengalê. Lê belê diyar e ev bi kêrî  dewleta Tirk û planên wê nehat.

Di şeva yekşema 15’ê Hezîranê de balafirên Tirkiyê bi zêdetirî 32 derbayên asîmanî çiyayên Şengalê bombebaran kirin. Lê belê veger heta piştî wê jî dewam kir.

Piştî komkujiya dawîn Êzidiyan biryar da ku xwe bi rêxistin bikin. Her wiha beriya çend rojan ji êrişa DAIŞ’ê ciwanên Êzidî tev li YBŞ’ê bûn. Her wiha HPG’ê xwe ji  çiyayên Kurdistanê berdan Şengalê û parastina Êzidiyan kir. Di aliyê civakî de Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê sîwana kombûna şengaliyan e da ku ji êzidiyan re bibe dîrokeke nû ya li hember qirkirinan.

Bi wê re jî di dîrokê de cara yekemîn e ku hêzeke leşkerî ya taybet a parastina Êzidiyan tê avakirin.

(fr)


Mijarên Din