Bi alavekê tevhiya toreya kehrebeyê hate sererastkirin

Werşeyên sererastkirinê yên şirketa kehrebeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebatên xwe ji bo sererastkirina tevhiya toreyên kehrebeyê li gundewarê rojava didomîne. Werşeyên kar û xebatên xwe bi alavekê bi dawî kir.

Şirketa kehrebeyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebatên sererastkirina toreyên kehrebeyê li gundewarê rojava bi dawî kir.

Lê şirketê hîna xebatên xwe li gundewarê bakur û rojhilat berdewam dike. Da ku kehrebeyê bighîne tevahiya gundewarê Dêrazorê yên rizgarkirî.

Ji projeyên ku şirketê bi dawî kirine, projeya gihandina kehrebyê bi temamî ji herêmên rojavayê gundewarê Dêrazorê re. Ku ev dirêjahiya 8 sale kehrebe li herêmê qut bibû.

Di encama şerê ku li herêmê rû daye de, gelek veguhêrên kehrebeyê  zirar dîtin. Ji ber wê şirketa kehrebeyê xebitî da ku wan mîna berê bide xebitandin.

Hevserokê Navenda Rewşên Awarte Cîhad El-Rebah tekez kir ku ew dê xebatên xwe yên xedemî ji bo peydakirina kehrebeyê ji her du gundewarên bakur û rojhilat re berdewam bikin.

Prosesa sererastkirina toreyên kehrebeyê tenê di sê mehan de bi dawî bûn. Ruxmî ku alavek tenê dihat bi karanîn.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din