​​​​​​​'Beyannameya Rêveberiya Xweser ji aliyê teorîk û fikrî ve gelekî girîng e’

Fîras Qesas diyar kir beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser ji aliyê teorîk û fikrî ve pir girîng e. Qesas anî ziman ku hin hêz diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî asteng dikin û got “Gelo zordest, tundraw û ajan dikarin ji nişka ve bibin azadîxwaz û alîgirên diyalogê?”

Rêveberiya Xweser di 18`ê Nîsanê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek ragihand.

Beyanname ji aliyê gelek hêz, partî û kesayetên sûriyeyî û erebî ve erênî hat nirxandin, lê hin amûr û dûvikên dewleta Tirk a dagirker êrişî Rêveberiya Xweser kir û hewl da tawanbarî û îdiayan der barê beyannameya wê de belav bikin.

‘HIN HÊZ DIYALOGA SÛRIYEYIYAN ASTENG DIKIN’

Muxalifê sûriyeyî û serokê Partiya Nûjen û Demokratî bo Sûriyeyê Fîras Qesas têkilarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Fîras Qesas got: “Bê guman diyaloga sûriyeyiyan girîngtirîn rengên diyaloga der barê Sûriyeyê de ye. Çima? Ji ber ku dema pêk were dê dînamîk û xulaseyên wê sûriyeyî û aktîf bin. Ev diyalog yekser girêdayî Sûriyeyê ye û hemû tiştên pê ve girêdayî jî girêdayî Sûriyeyê ne, ji ber ku encameke bi îradeya sûriyeyiyan e. Dê ji bo derbaskirina aloziyê jî bingehekê deyne.”

Qesas anî ziman ku hin hêzên aktîf û sereke di mijara Sûriyeyê de vê diyalgoê asteng dikin û wiha dom kir: “Ji ber ku bingehê wan hemû derfetên girêdayî diyalogê red dikin, mînaka wê jî rejîm e ku tenê bi mentiqê serwerî, zordestî, dûrxistinê nêzîkî mijarê dibe. Hem jî hêzên tundraw û ajanên dewleta Tirk ku girêdaya wan bi derve re di ser siberoja Sûriyeyê re ye.”

Qesas têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser jî wiha axivî: “Bê guman di wateya teorîk û fikrî de girîng e, ne tenê ji ber ku çareseriyê bi pêş dixe, lê belê ji ber ku bi giştî propagandayên hêzên dijberî tecrûbeya komînal a demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vala derdixe. Her kesê besha bandorên wê yên cudaxwazî, dûrxistin an jî ajandeyên derve dikin, dê bi vê beyannameyê bersivek tund jê re bê dayîn.”

Qesas wiha nirxandina xwe domand: “Bê guman, beyannameya Rêveberiya Xweser bi 9 xalên xwe, pir girîng e, bandora berifreh a tecrubeyên Rêveberiya Xweser li hember rejîmê û hêzên ajan û tundraw nîşan dide. Lê di pratîkê de, bêyî beşdarbûna aliyên din ên sûriyeyî nikare pêk were. Heke berjewendiyên wan hêzan tune bin, dê beşdar nebin.”

‘NIHA ÎNSIYATÎF A ALIYÊN DIN E’

Têkildarî gavên ku divê piştî beyannameyê bên avêtin, Qesas diyar kir: “Mixabin heta ku aliyên sûriyeyî yên ku tê xwestin beşdar bibin, beyannameyê red dikin, dê tu gavên atkîv tune ji bo pratîzekirina vê beyannameyê neyên avêtin. Ev beyanname dê wekî belgeyeke nîştimanî û nirxekî bimîne ku em ê li hember her kesê ku gumanan ji tecrubeya Rêveberiya Xweser dike, bilind bikin.”

Qesas destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser berpirsiyariyên xwe yên li hember siberoja Sûriyeyê û azadiya gel û pêkhateyên wê, pêk anîn û wiha pê de çû: “Wê di têkoşîna li dijî terora DAIŞ~ê de gelek tişt dane, nirxên jiayna hevbeş li Sûriyeyê ava kir û hewl da ku vê tecrûbeyê li seranserê welat pêk bîne, her tim girîngî da diyalogê û banga wê kir. Bi vê yekê bi hemû hêz û derfetên xwe yên siyasî hewl da ji bo proseyê gav biavêje. Lê ji bo aliyên din, titşa jê tê xwestin ku bersivê bidin, yanî beşdarî diyalogeke giştî ya li ser esasê beyannameytê bibin. Lê bawer nakim ku dê bersivê bidin, xwespartina wan bê fayide ye.”

‘GELO ZORDEST, TUNDRAW Û AJAN DIKARIN BIBIN AZADÎXWAZ?’

Fîras Qesas wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelo rejîm dikare dev ji zordariya xwe û feraseta welat wekî mulkiyeta taybet a wan be, berde? Gelo terorîstên El Nusrayê û hêzên îslamî yên tundraw dikarin bibin kevokên aştiyê, azadîxwaz û alîgirên diyalogê? Gelo ajanên rejîma Tirkiyeyê dikarin wiha ji nişka ve dev ji ajantiya xwe berdin û beşdarî diyaloga nîştimanî ya ji bo pirrengî û nenavendîtiyê, li ser nirxên jiyana hevbeş û qebûlkirina kesên din, bibin? Bawer im ev ne pêkan e. Mixabin.”

(c)

ANHA


Mijarên Din