Beşek din a koçberan ji kampa Holê hatin derxistin

Rêveberiya kampa Holê beşek din a koçberên ku dixwestin ji kampê derkevin, derxistin.

Rêveberiya kampa Holê derxistina koçberên Bakur û Rojilatê Sûriyê yên ji kampê ku dixwazin vegerin warê xwe didomîne. Rêveberiyê îro 40 malbat ku ji 141 kesan pêk dihat ji kampê derxistin. Kesên hatin derxistin ( zarok, jin û kesên temen mezin) ên ji herêma Sirîn û Dêrazorê ne.

Li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê zêdeyî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê dimînin.

Rêveberiya kampa Holê di çarçoveya "Bernameyê vegerê" de di 3‘yê Tîrmehê de 217 malbatên ji Reqa û Tebqa û di 11‘ê heman mehê de 201 kes ji Dêrazorê derxistin. Her wiha di 23‘yê Îlonê de beşek din ji 36 koçberên Dêrazor û Reqayê. Bi vê yekê hejmara koçberên ku heta niha ji kampê derketine gihiştine hezar û 313 koçberî.

ANHA


Mijarên Din