Beşek din a koçberan ji kampa Holê hatin derxistin

Rêveberiya Kampa Holê beşek nû a jin û zarokên ji Dêrazorê yên li kampa Holê diman ji kampê derxistin da ku vegerînin cihên wan.

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komxebata eşîrên Sûriyê de ya di 3‘yê Gulana 2019‘an hatibû lidarxistin de biryar standibû ku koçberên li kampa Holê yên têkiliyên wan bi DAIŞ‘ê re tinene, li warên wan vegerînin.

Rêveberiya Kampa Holê di 3‘yê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê 217 malbatên ji Reqa û Tebqayê vegerandin cihên wan.

Îro jî rêveberiya kampê bi amadebûna şêx û rûsiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê 201 jin û zarokên ji Tebqa û Dêrazorê ji kampê derxistin, piştî belgeyên wan bi dawî bibin dê bi kefaleta şêx û rûspiyan vegerînin cihên wan.

ANHA


Mijarên Din