Beşdarên werşeya diyaloga li Berlînê îşaret bi girîngiya Rêveberiya Xweser kir

Mejdolîn Hesen xuya kir ku nîqaşên di diyaloga li Berlînê de kêrhatî bûn, her wiha da zanîn ku beşdarên diyalogê li ser girîngiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê teqezî kir.

Ji bo nîqaşkirina nexşerêya ku ji komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ji hêzên opozîsyona li hundir re derket ku di 18 û 19`ê Tîrmehê de li Kobanê hate lidarxistin. Her wiha ji bo pêkanîna bendên ji komxebatê ku di encama hevdîtinên bi hêzên opozîsyona Sûriyê ya demokratîk li hundir û derve pêk hatin, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) xebatên xwe li hundir û derve zêde kirin.

MSD’ê di demên dawîn de gelek werşeyên diyalogê ji hêz û kesayet û komên opozîsyonê li derve re li dar xistin, a herî dawî di roja 7 û 8`ê Îlonê de li paytexta Almanya Berlînê bû ku 30 kesayetên ji hêzên opozîsyonê yên Sûriyê amade bûn.

Cîgira Hevserokatiya MSD`ê Mejdolîn Hesen ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku kesayetên ku beşdarî werşeya diyalogê ya li Berlînê bûn, 30 kesayetên opozîsyonê jê rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar, sivîl û mafparêz bûn.

Nîqaşên ku li werşeya diyalogê pêk hatin, mîna yên berê ku li paytexta Fransa Parîsê di 29 û 30`ê Hezîranê û paytexta Awustiryayê Viyanayê di 12 û 13`ê Tîrmehê pêk hatin. Der barê nexşerêya ku ji komxebata diyaloga Sûrî – Sûrî derket û mekanîzmaya xebata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Mejdolîn Hesen da xuyakirin ku nîqaş der barê rêya lidarxistina kongreya neteweyî ji opozîsyona demokratîk a Sûriyê re ku hemû hêzan û opozîsyona siyasî ya Sûriyê li hundir û derve bigire gel xwe.

Der barê dan û standinên werşeya diyalogê de Mejdolîn Hesen wiha got: "Nîqaşên hatin kirin, baş bûn û beşdarên tev li werşeyê bûn bi rihekî berpirsyar tev geriyan da ku kar bi ser bikeve."

Her wiha da zanîn ku beşdaran li ser girîngiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê teqez kirin û ew wek tekane nuqteya şewqê li Sûriyê bi nav kirin.

Mejdolîn Hesen destnîşan kir ku li werşeya Berlînê hin rexne li ser Rêveberiya Xweser hebûn û wiha got: "Beşdaran hin rexne ji Rêveberiya Xweser kirin, ew yek li ser azadiya karê partî û rêxistinan bi giştî bû."

Her wiha Mejdolîn Hesen da xuyakirin ku beşdarên li werşeya diyalogê pirsên wan der barê materyalên perwerdeya li herêmên Rêveberiya Xweser hebûn û wiha pê de çû: "Tîma MSD`ê bersiva pirsên beşdaran da û hate zelalkirin ku her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne."

Mejdolîn teqez kir ku beşdarên li werşeya diyalogê li ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji hêzên opozîsyonê re teqez kir û da xuyakirin ku pêwîstiya gelê Sûriyê bi şiklekî siyasî demokratîk ku nûnertiya wan bike heye û wiha got: "Beşdaran erêkirina xwe ji însiyatîfa MSD`ê ji bo lidarxistina kongreyê nîşan dan û amadekariya xwe ji beşdarbûna wê re diyar kirin."

Cîgirê hevserokê MSD`ê Mejdolîn Hesen îşaret bi girîngiya lidarxistina werşeyên wekî wê kir da ku nêrîna hêzên opozîsyona Sûriyê neteweyî û pênasekirina Rêveberiya Xweser û got: "Ev yek ji aliyê beşdaran ve hate teqezkirin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din