Beşar Esed serdana Umanê kir

Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Beşar Esed serdana Umanê kiriye û bi sultan Heysem Bin Tariq re civiya.

Serokatiya Sûriyeyê da zanîn ku serok Beşar Esed tevî şandeyekê serdana Umanê kiriye û li balafirxaneya taybet ji aliyê sultanê Umanê Heysem Bin Tariq ve hatî pêşwazîkirin.

Esed û Heysem Bin Tariq li Koşka Bereke ya li paytexta Uman Mesqetê bi beşdariya şandeyên her du aliyan, civiyan.

Serokatiya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku sultanê Umanê ji ber erdhejê sersaxî ji serok Esed û gelê Sûriyeyê re xwestiye û aniye ziman ku welatê wî ji bo kêmkirina bandorên erdhejê, şer û dropêça li ser gelê Sûriyeyê, piştevaniya ji bo Sûriyeyê dewam dike.

(fr)


Mijarên Din