Beşa tenduristiyê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê piştgiriyê dixwaze

Hevserokê Komîteya Tendursitiyê ya bajarokê Hecînê, ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser xwest ku piştgiriyê bidin wan, ji bo xizmetek baştir bidin şêniyan.

Ji ber daketina lîreyên Sûriyê li beramberî dolar, li tevahî Sûriyê bihayê derman û tedawîbûnê giran bû. Şêniyên gundewarên Dêrazor berê xwe didin navendên tenduristiyê. Ji ber ku navend bê pere derman dide şêniyan, zaroka aşle dike û hin rewşên lezgîn dişopîne.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji bajarokê Hecînê heta bi Baxozê, ji destpêka salê ve bi dirêjahiya 35 km 5 navenên tenduristiyê ketin xizmetê. Navend pêdiviya şêniyan ji aşlên zarok, destwerdanên destpêkê dabîn dikin. Lê derfetên heyî têra şêniyan nakin.

Her wiha jeneretorên kehrebeyê jî kemin, ew jî bandorê li parastina dermanan dike.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê navenda gundê Ebû Hesen Mihemed Ubeyd Ferîh got: “Navend nikare pêdiviyên şêniyan dabîn bike û xizmetguzariya pêşkêşkirina dermanan pêwîstiya şêniyan peyda nake. Piranî dermanên ku ji navendên tenduristiyê re tên pêşkêşkirin, ên li dijî itîlab(hilgirtin) û êşê ne."

Li gorî Mihemed Ubeyd Ferîh, navendên tenduristiyê yên li gundewarên Dêrazorê daxwazname ji komîteya tenduristiyê ya bajarokê Hecînê re pêşkêş kir ku derman û pêdiviyên tenduristiyê dabîn bike. Her wiha tenê komîteyê du caran derman belav kir, lê ev tenê têra 2 mehan dike.

Ferîh axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e navenda Ebû Xatir a tenduristî bê aktîfkirin, da ku zext li ser navenda Ebû Hesen sivik bibe.”

Li aliyekî din jî hemşîreyê navenda Şeifa Salih Ubeyd Hemada diyar kir ku hejmara şêniyên bajarokê nêzî 80 hezar e, ji bilî navendekî li bajarok tune ye. Bi wê re jî dermanên ji bo 2 mehan in, di hefteyekê de namînin.

Hemada destnîşan kir ku şênî ji buhabûnê berê xwe didin navendê, lê ev jî dibe sedema kêmbûna dermanên li navendê, her wiha pêdiviya navendê bi 4 textan heye, ji ber tenê textek heye.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Hecînê Mihemed Hoş diyar kir ku wan ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser pêşkêşkirina piştevaniya guncaw a bi hedefa başkirina rewşa tenduristî ji şêniyan re û hewldana bidawîkirian azaran niha, xwestin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din