Beşa duyemîn a xelkê Idlibê gihaşt Minbicê

Beşa duyemîn a xelkê Idlibê ku ji 100 kesî pêk dihat di deriyê Ewn Dadatê gihaşt  Minbicê.

Beşa duyamîn a xelkê parêzgeha Idlibê ku ji 21 malbatî anku 100 kesî pêk tê di deriyê Ewn Dadatê yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê li ser xeta çemê Sacûrê yê di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de dikeve gihaştin Minbicê.

Xelkê Idlibê ji ber şer û topbarana li ser bajarê wan koçberî deverên ewle dibin.

Piştî însyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriye Demokratîk ku gotibû ew amade ye pêşwaziya koçberên Idlibê bike, xelkê Idlibê ji ber şerê li herêmê wan berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Aloziya li Idlibê encamên lihevkirinên Tirkiyê-Rûsyayê ne ku rê da rejîma Sûriyê ku berfireh bibe, di encamê şer de şênî koçber dibin.

Hêzên Tugeya Şemal Demokratî ya di bin banê QSD‘ê piştî koordîneyê beşa duyemîn a koçberên Idlibê pêşwazî kir. Kesên li ser pêşwazîkirina şêniyên Idlibê disekinin diyar kirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk ciwanên dixwazin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, digirin.

Li deriyê Ewn Dadatê me nêrînên hin koçberan girt. Ciwanê bi navê Hîşam Efyan ê ji Meret El-Nûman diyar kir ku ji ber bombebarana balafirên şer xelkê bajarê wî koçber dibin. Hîşam rewşa li Idlibê rû dide bi "Trajîk" bi nav kir.

Efyan spasiya QSD‘ê kir ji ber ku pêşwaziya xelkê Idlibê kir û bang li şêniyên Idlibê kir ku werin herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ewlehî û aramî lê heye.

Hekîm El-Dîbo yê ji xelkê Meret El-Nûman got, li Meret El-Nûman topbaran, wêranbûn û koçberî rû dide û pêşketina hêzên rejîma Sûriyê li ser hesabê komên opozisyonê bi lezbûneke ecêb bi nav kir û got: "Em nizanin çi rû dide."

El-Dîbo diyar kir ku hetina wan a ji bo bajarê Minbicê ne hesan bû û got, çeteyên Tirkiyê hewl didin derebasbûna wan a deriyê Dadatê asteng bikin, di heman demê de rê nadin wan da ku derbasî Tirkiyê bibin.

El-Dîbo jî spasiya QSD‘ê kir û bang li şêniyên bajarê Idlibê kir ku bi îdiayên dixwazin wêneya QSD‘ê reş bikin neyên xapandin û ji wan xwest werin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku herêmên herî ewle ne.

Hekîm El-Dîbo got, însyatîfa QSD‘ê ya pêşwazîkirina xelkê Idlibê piştî tengaziyê hêvî da wan.

Hêjaya bi bîrxistinê ku QSD‘ê pêwîstiyên koçberên ji Idlibê bi cih tîne.

ANHA


Mijarên Din