Beşa 9`emîn a koçberên Dêrazorê ji kampa Holê derket

Rêveberiya kampa Holê beşa 9`emîn a koçberên Dêrazorê ku Rêveberiya Xweser ragihandibû û ji 207 kesan pêk tê, ji kampê derxist.

Piştî ku belgeyên pêwîst hatin temamkirin, li gorî biryara Rêveberiya Xweser rêveberiya kampa Holê di meha Kanûnê de 62 malbatên koçber ên ji Dêrazorê ku ji 398 kesan pêk tên, ji kampê derxistin.

Ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku divê li gorî wê koçberên ji Sûriyê yên li kampa Holê dimînin, werin derxistin, rêveberiya kampa Holê beşa 9`emîn a koçberên Dêrazorê derxist.

47 malbatên ku ji 207 jin û zarokan pêk dihatin ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ye, ji kampê hatin derxistin.

Rêveberiya kampê ji wan re 32 kamyon peyda kirin û dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn wan radestî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û êlên eşîran bikin.

Li gorî berpirsê beşê derxistina ji kampê Mihemed Elî, dê di demên bê de piştî ku belgeyên wan werin temamkirin, beşên din ên koçberên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê werin derxistin.

ANHA


Mijarên Din