Beşa 12’emîn a koçberan ji kampa Holê derket

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa 12’emîn a gera vegerandinê piştî ku duh bi sedema rewşa hewayê taloq kir, îro pêk anî. 35 malbatên ji kampa Holê derketin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gerên vegerandinê de, bi taybet der barê koçberên ku dixwazin vegerin malên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam e.

Vê sibehê 35 malbat ji kampa Holê derketin. Ew jî piştî ku rêveberiya kampa Holê gera taybet a koçberên bajarên Tebqa û Reqayê ya duh pêk dianî ku bi sedema rewşa hewa ya li herêmê hatiye derengxistin, pêk hat.

Gerên vegerandinê yên ji kampa Holê, li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî temamkirina kaxizên wan û kefaleta rûspiyên eşîran a ji koçberan re, pêk tên.

Ji kampa Holê zêdetirî 19 erebeyan ku şêniyên bajarên Tebqa û Reqayê rakiribûn, derketin. Ger di nava bergiriyên ewlehiyê yên taybet de pêk hat.

Gera dawîn di 2’yê Çileya îsal de ji bo koçberên bajarê Dêrazorê bû.

Di kampa Holê de ku ji mezintirîn kampên Rêveberiya Xweser e, zêdetirî 67 hezar koçber û penaber ji Iraq û malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Sûriyê, Iraqê û biyanî hene. Kamp destpêkê tenê ji bo penaberên Iraqê yên ku hatin xaka Sûriyê piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ya xaka wan, hatibû amadekirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din