Besê Hozat: Efrîn dê azad bibe

Hevseroka KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku Efrîn ji bo Kurdan rûmet e û got "Efrîn dê azad bibe. Destberdana ji têkoşîna azadiyê, destberdana ji azadiya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat der barê hevdîtinên Wezareta Karên Derve ya Iraqê û rêxistinên îstîxbaratê yên Iraqê bi rejîma AKP'ê re got "Dewleta Iraqê di nava pirsgirêkên cidî de ye, di rewşeke parçebûyî û lawaz de ye. Bi salan e di nava kaos û şerekî mezin de ye. Tirkiye dixwaze ji vê rewşa Iraqê sûdê wergire. Hewl dide Iraqê jî tev li planên xwe yên qirkirina Kurdan bike. Di şerê xwe yê tinekirinê de yê li dijî PKK'ê dixwaze Iraq bi rengekî çalak piştevaniya wan bike. Ji bo daxwazên xwe bi Iraqê bide qebûlkirin Tirkiye kaos û şerê li Iraqê girantir dike. Tirkmenên nêzî xwe li dijî Iraqê bi rêxistin dike. Piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê didomîne. Dixwaze Başûrê Kurdistanê bi her rengî bi Tirkiyeyê ve girê bide û bi vî rengî pirsgirêkên navbera Iraqê û Başûrê Kurdistanê girantir dike. Ji niha ve Başûrê Kurdistanê mîna ku ne parçeyekî Iraqê ye, lê parçeyekî Tirkiyeyê ye tê dîtin.

Dixwaze başûr bi Tirkiyê ve girê bide

Tirkiye hewl dide Başûrê Kurdistanê bi temamî ji Iraqê qut bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Weke parçeyekî Mîsakî Mîllî dibîne û bi sûdwergirtina ji konjonktura heyî ya siyasî dixwaze bi temamî dagir bike. Divê mirov êrîşa li Xakurkê di vê çarçoveyê de binirxînin. Her wiha divê rêxistiniya ku bi salan e li Kerkûkê, li Telaferê û li Başîkayê di ser Tirkmenan re dike di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Hebûna Tirkiyeyê ya li Başîkayê ji bo Iraqê gefeke gelekî mezin e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji ber ku bi daxwazên Neo Osmanî tevdigere Iraqê weke xaka Osmanî, weke parçeyek ji Tirkiyeya Erdogan-Bahçelî dibîne.

Rêveberiya Iraqê niha lawaz e û ji ber ku nexurt e li pêşberî hin zext û ferzên Tirkiyeyê bêdeng dimîne, nêzîkatiyeke lihevkirinê nîşan dide. Tirkiye ji vê rewşa bêhelwest û bêdeng a Iraqê sûdê werdigire. Lê belê ev nayê wê wateyê ku Iraq tevlî hemû planên Tirkiyeyê bûye û destekê dide Tirkiyeyê. Bi ya me Iraq wê bi temamî li gorî daxwaza Tirkiyeyê tevnegere. Ti berjewendiya Iraqê di vê de nîne, berevajî wê zerareke mezin jê bibîne. Dagirkirina Başûr, bombekirina Mexmûr û Şengalê gelo wê sûdeke çawa bide Iraqê? Sûdê jê wernagire, berevajî zerar wê lê bibe. Pozîsyona heyî ya desthilatdariya li Iraqê zerarê dide Iraqê, zerarê dide gelê Iraqê, em dixwazin û li bendê ne ku vê yekê biguherîne. Divê Iraq helwesteke cidî li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst nîşan bide. Ji bo Tirkiye ji deverên dagir kiriye derxîne divê têbikoşe. Naxwe wê dema bê rewşeke welê rû bide ku nikaribe ji bin derkeve.”

Operasyona YBŞ'ê ya bi artêşa Iraqê re erênî ye

Besê Hozat der barê tevlîbûna hêzên YBŞ'ê li nava operasyonên artêşa Iraqê got, "Şengal parçeyekî Iraqê ye. Civaka me ya Êzidî dixwaze di nava yekparebûna Iraqê de xwedî statuyeke xweser be. Statuyeke xweser a civaka Êzidî ya li Şengalê wê Iraqê xurtir bike, wê îmajeke baş bide Iraqê. Wê demokrasiya Iraqê xurtir bike. Sîstema wîlayetan a xweser di Destûra Bingehîn a Iraqê de heye. Şengal dikare bibe wîlayeteke xweser. Eger Iraq xweseriya Şengalê nas bike wê Êzidî rêz û destekeke mezin bidin Iraqê. Gelên dinyayê jî wê destekê bidin Iraqê. YBŞ hêzeke ku Êzidiyan ji bo parastina xwe li dijî DAIŞ'ê bi rêxistin kirine. YBŞ'ê di têkbirina DAIŞ'ê de û di rizgarkirina Êzidiyan a ji qirkirinê de roleke mezin lîst. Êzidî dixwazin di çarçoveya xweseriya Şengalê de YBŞ weke hêza parastinê ya Şengalê bimîne. YBŞ parçeyekî hêza leşkerî ya Iraqê ye, lê belê xweser e. Êzidî dixwazin ev hêz bi meclîsa Şengalê ve bi rengekî xweser girêdayî be. Bi navenda parastinê ya Iraqê re jî daxwaza hiqûqekê dikin. Ev daxwazên civaka me ya Êzidî gelekî rasteqîn û mafdar in. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê ye.

Bi qasî ku em zanin û me şopand, YBŞ bi artêşa Iraqê re her tim di nava ahengiyê de xebitî. Niha jî li Şengalê artêşa Iraqê heye. Artêşa Iraqê bi desteka YBŞ'ê li dijî DAIŞ'ê gelek operasyon pêk anî. Niha jî li sînorê Iraq-Sûriyeyê operasyonê dike. Ev yek helwesteke baş e, em jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em naxwazin êdî li dijî civaka me ya Êzidî ferman pêk were. Ji bo fermanên nû rû nedin gelekî girîng e ku Şengal xwedî statuyeke xweser be. Eger rêveberî û hêzên xweparastinê yên Êzidiyan hebe hingî wê karibin xwe biparêzin.”

Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn qada azadiyê ye

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava Hozat got, "Destpêkê şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînim. Şoreşa Rojava di salvegera heftan de careke din pîroz dikim. Li cografya Rojhilata Navîn ku bi her rengî bûye çol, Şoreşa Rojava bûye qadeke şênkahî ya azadiyê. Di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de wê rola xwe mezin be. Ji niha ve ev yek tê dîtin. Pirsgirêka bingehîn û pêwîstiya lezgîn a Rojhilata Navîn demokrasî ye. Sedema bingehîn a şerê sedan salî, windahî û êşên giran ên hezaran salî yên li Rojhilata Navîn nebûna demokrasî û azadiyê ye. Neteweperestî, mezhebperestî û zayendîperestî, her wiha netewe-dewletperestî ku yekbûna van hersê îdeolojiyan e, bû sedem ku li Rojhilata Navîn kaos-şerê mezin rû bide, êş giran bibe. Rojhilata Navîn bexçeyê çandan e, lê belê bi îdeolojiya netewe-dewletê ziwa kirin. Gel, çand û bawerî kirin dijminê hev. Şoreşa Rojava çareseriya mayinde ya ji bo vê birîna Rojhilata Navîn e.

Îdeolojiya şoreşa Rojava demokrasî ye, azadî ye, wekhevî ye, aştî ye. Feraseta şoreşa rojava neteweperestî, olperestî, zayendîperestî û pozîtîvîzmê red dike. Hîmê wê yekê datîne ku ji kîjan nasname, ol û baweriyê dibe bila bibe gel hemû dikarin bi rengekî azad û demokratîk di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Jin û mêr ji zordariya serdest-koledariyê rizgar dike û dike ku bi hev re bi rengekî azad û wekhev bijîn. Belavbûna feraseta şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn wê were wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî wê tevkariyeke mezin li demokrasiya dinyayê bike. Ji ber vê yekê divê civaka dinyayê û hêzên demokratîk şoreşger bi xurtî destekê bidin şoreşa Rojava. Ji xwe têkbirina DAIŞ'ê ji aliyê hêzên şoreşger ên Rojava rizgarkirina rûmeta mirovahiyê ye. Hêzên şoreşger ên Rojava û QSD'ê li dijî DAIŞ'ê bi navê mirovahiyê şer kirin. Bi hezaran şehîd û birîndarên xwe çêbûn. Bi têkbirina DAIŞ'ê li Sûriyeyê re, bi navê mirovahiyê destketiyên mezin afirandin. Destetiya herî mezin jî parastina şoreşa Rojava bû. Divê rola şoreşa Rojava ya di demokratîkkirina Rojhilata Navîn û dinyayê de bi kûrahî bê fêhmkirin. Her kesên demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û aştiyê dixwazin, divê ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava li dijî dewleta Tirk a dagirker helwesteke xurt nîşan bidin.”

Divê DAIŞ'î li Rojava bên darizandin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser komxebata li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û der barê mijarê de got, "Demeke ji bo darizandina DAIŞ'iyan nîqaş tên kirin. Bêguman a herî rast ew e ku DAIŞ li devera ku herî zêde sûc lê kirin, li devera ku şerê herî berfireh li dijî DAIŞ'ê hate meşandin û DAIŞ lê hate têkbirin DAIŞ'î bên darizandin. Bi avakirina dadgeheke navneteweyî re ev yek dikare bê kirin. Lewma rewşeke asayî ye ku nîqaşên di vê çarçoveyê de bi giranî li Bakur û Rojbhilatê Sûriyeyê bên kirin. Di vê mijarê de divê zêde li demê neyê hiştin û nîqaşên heyî bi encam bibin. Em zanin ku hin welatên Ewropayê bi rengekî germ nêzî vê yekê dibin, mîna di her mijarê de Tirkiye di vê mijarê de jî bi rengekî negatîf tevdigere û li dij dixebite. Tirkiye ji xurtbûna şoreşa Rojava ditirse, ji ber ku naxwaze şoreş bandora demokratîk li Tirkiyeyê bike. Rêveberiya dewleta Tirk dixwaze Tirkiye di nava sînorên netewe-dewlet a faşîst a hişk de bimîne. Ji wan heye ku wê berjewendiyên xwe bi vî rengî biparêzin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê xurtbûn û parastina şoreşa Rojava gelekî girîng e. Her kesên alîgirê demokrasiyê divê ji bo vê bixebitin.

Darizandina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê encamên xwe yên gelekî mezin û girîng rû bidin. Wê bandoreke mezin li demokrasiya Rojhilata Navîn û dinyayê bike. Bi rastî jî divê ev yek girîng bê dîtin û hewldanên heyî bên zêdekirin û encam bên wergirtin. Bêguman dijberên DAIŞ'ê û hemû hêzên zerar ji DAIŞ'ê dîtin divê bi her rengî piştgiriyê bidin darizandina DAIŞ'iyan li wê derê.”

Wê dest ji têkoşîna azadkirina Efrînê neyê berdan

Di mijara dagirkirina Efrînê û rizgarkirina wê de Besê Hozat got, "Dagirkirina Efrînê êrîşeke qirkirinê bû û hîn jî didome. Tevî komkujiya fîzîkî demografiya Efrînê tê guhertin, rêjeya Kurdan tê kêmkirin, xweza, çand, dîroka xwe tê talankirin, qirkirin. Dinya jî li vê yekê temaşe dike. Ev yek ji bo mirovahiyê cihê şermê ye. Eger hin hêz dixwazin xwe ji vî sûcî rizgar bikin divê polîtîkayên xwe biguherînin. Ji bo dawî li dagirkeriya Tirk bê anîn û Tirkiye ji Efrînê bê derxistin divê bikevin nava hewldanan. Naxwe wê nikaribin ji vê şermê rizgar bibin.

Bi taybetî rola Rûsyayê di vê mijarê de girîng e. Dagirkirina Efrînê di çarçoveya planeke navneteweyî de hatibe kirin jî di dagirkirinê de rola Rûsyayê taybet e. Dagirkerî di encama peymana navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk hat. Eger Rûsyayê nepejirandibûya nikarîbûn Efrînê dagir bikin. Kurdek nîne ku bi vê rastiyê nizane û jê hêrs nebûye. Ji ber vê yekê eger Rûsya dixwaze têkiliya bi Kurdan re sererast bike divê di azadkirina Efrînê de berpirsyariya xwe pêk bîne, ji bo dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê vekişe bi roleka çalak tevbigere. Yên ku li pêşberî dagirkeriyê bêdeng man û pejirandin jî divê helwesta xwe biguherînin û bikin ku Tirkiye û çeteyên wê derkevin.

Gelê me jî divê bi rengekî bênavber têkoşîna xwe bidomîne. Efrîn ji bo Kurdan meseleyeke rûmetê ye. Ji xwe devera herî bedew a Rojava Efrîn e. Têokşîna Hêzên Rizgariya Efrînê ya ji bo azadkirina Efrînê wê bi xurtî bidome û Efrînê azad bike. Destberdana ji azadkirina Efrînê destberdana ji azadiya Rojava û Bakurrojavayê Sûriyeyê ye.”

Hewldana Kurdan ji bo demokratîkkirina Îranê ye

Der barê gotegotên destwerdana li Îranê û têkoşîna ji bo demokratîkbûna Îranê Hozat got, "Ne rast e ku mirov bifikirin ku mîna Iraq û Sûriyeyê DYE dest li Îranê werde. Îran ne dişibe Iraqê, ne jî dişibe Sûriyeyê. Kevneşopiyeke xwe ya dewletê ya hezaran salan a bênavber heye û dîrokeke xwe ya siyasî heye. Destwerdaneke leşkerî ya gengaz dikare bibe sedema rûdana encamên qet nayên texmînkirin. Têkiliya Îranê bi Rûsyayê re ji têkiliya Sûriyeyê ya bi Rûsyayê re berfireh û mezintir e. Bi rengekî objektîf têkiliyeke xwe ya stratejî heye. Ji ber vê yekê destwerdaneke leşkerî wê ne tenê destwerdana li Îranê be. Bêguman destwerdana siyasî, aborî û psîkolojîk a li Îranê demeke dirêj e dest pê kiriye. Xuya ye ev pêvajoya destwerdanê wê bê girankirin û bidome. Bi destwerdana aborî û siyasî ya ji derve û bi zexta civakî ya ji hundir tê xwestin ku rejîma Îranê bikişînin nuqteya ku dixwazin û bi vî rengî teslîm werbigirin.

Li Îranê tevî kevneşopiya dewletê kevneşopiya civakî jî gelekî xurt e. Di tevahiya dîrokê de dewleta Îranê li pêşberî daxwazên civakî bi giranî hesas tevgeriya ye. Civakên ji etnîk û baweriyên cuda li Îranê bi hev re di nava aştiyê de jiyane. Ev yek jî pêwendiya xwe bi polîtîkaya dewlet-rêveberiyê heye. Di feraseta rêveberiyê de zêde xwe nêzî polîtîkaya înkar û tinekirinê nekiriye. Feraseta rêveberiya konfederal di dîroka Îranê de derdikeve pêş. Lewma ji aliyê dîrokî ve ew welat e ku herî zêde nêzî projeya xwerêveberiyê ya demokratîk e. Eger li Îranê feraseteke ku daxwazên xwerêveberiyê dipejirîne rû bide wê pirsgirêkên navxweyî bi rengekî hêsan bên çareserkirin. Ti plana ji derve bê amadekirin wê bi ser nekeve. Lê belê li Îranê ku xwedî kevneşopiya civakeke de demokratîk a xurt e, polîtîkaya îdamê nayê qebûlkirin. Li Îranê bi zext, tundî û zilmê ti pirsgirêkên dîrokî çareser nabe. Divê herî zêde Îran bi vê zanibe. Eger Îran demokratîkbûnê ji bo xwe esas bibîne wê destwerdana derve hemû bên têkbirin û veguhere welatê herî xurt ê li herêmê.

Daxwaz û hewldanên Kurdan demokratîkbûna Îranê ye. Îraneke demokratîk a xwe dispêre sîstema xwerêveberiyê, wê hurmetê ji Kurdan, hemû gelan, çand û civakên baweriyan werbigire. Demokratîkbûn çareseriya hemû pirsgirêkan e. Pêwîstiya Îranê bi rengekî lezgîn bi vê heye. Çawa ku destwerdanên leşkerî pirsgirêkan çareser nakin û kaosê girantir dikin, polîtîkayên zext û tundiyê jî pirsgirêkan çareser nakin. Çareserî demokratîkbûn e.”

Li Îranê pirsgirêka pêşengî û rêxistinê heye

Ji bo pirsa "Hêzên demokratîk û şoreşger ên Îranê ji bo xeta sêyemîn li Îranê bikeve meriyetê divê çi bike?" Besê Hozat got, "Li Îranê ji ber ku kevneşopiya civakî xurt e kevneşopiya demokratîk şoreşgerî jî ewqasî xurt e. Ji ber vê yekê dîroka Îranê dîroka têkoşîna bêhempa ya navbera kevneşopiya dewletperestî û kevneşopiya civakîparêzî ye. Ji ber vê têkoşîna bênavber a civakî, dewlet hezaran salan bi rengekî hesas nêzî daxwazên civakê bû. Eger niha li Îranê hêzên demokratîk şoreşger bi xurtî têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û civakê bikişînin nava rêxistiniyê wê di demokratîkbûna civakê de bi roleke mezin tevbigerin û siyaseta demokratîk bi pêş ve bibin. Di rewşa heyî de li Îranê civak bê rêxistin e, pêşengeke xwe ya xurt nîne. Têkoşîna civaka rêxistinbûyî gelekî girîng e. Demokratîkbûn bi têkoşîna civaka rêxistinbûyî pêk tê. Xeta sêyemîn gotineke nediyar nîne. Îradeya civaka rêxistinbûyî ye. Bi rêxistinkirin, perwerdekirina civakê li gorî feraseta demokrasî û azadiyê ye, afirandina modelên xwerêveberiyê ye. Xeta sêyemîn ew yek e ku civak ji neteweperestî, olperestî-mezhebperestî û zayendperestî bê rizgarkirin, bibe xwedî çanda jiyana demokratîk û sîstema xwe ava bike. Di nava sînorên dewleta ku daxwazên demokrasiyê yên civakê dibîne, rêya sêyemîn sîstema jiyana demokratîk e. Çanda dîrokî, siyasî û civakî ya Îranê rê dide vê yekê. Eger karekî baş bê kirin, têkoşîn bê kirin hingî li Îranê tecrûbeyeke mînak dikare biafire. Kurd jî divê rêxistinbûna xwe tenê li Kurdistanê nehêlin, bi meyla demokratîk û hêzên demokratîk ên li nava civaka Îranê re têkiliyê biafirînin û têkoşîna demokratîkbûna Îranê bimeşînin. Çawa ku li gorî bendewariya destwerdana leşkerî ne rast e ku siyaset bê kirin, bi hêzên mûxalîf ên li derve yên ku di nava civakê de bandora xwe nîne têkoşîna demokratîkbûna Îranê nameşe. Li Îranê jî gelek caran nerazîbûna gel hate nîşandan. Lê belê ji ber ku pêşengiyeke rast a demokratîk nebû, vê tevgera gel nekarî di demokratîkbûna Îranê de bi rola xwe tevbigere. Dema ev hemû bên dîtin hingî eşkere ye ku divê hêzên demokrasiyê polîtîkayeke çawa bimeşînin.”


Mijarên Din