Besê Hozat: Divê peyamên rêberê me rast fehm bikin

Hevseroka KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet bi rengekî rast tev bigere û got "Divê peyamên rêberê me rast bên xwendin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameya Rojeva Welat de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Besê Hozat der barê darbeya siyasî ya desteserkirina şaredariyên HDP'î, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriyeke gengaz a li Sûriyeyê û yekîtiya Kurdan bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Yildiz.

Besê Hozat bal kişand ser zext û zordariya rejîma AKP-MHP'ê û diyar kir, "Bi salan e li dijî gel şer dikin. Lê heta niha çi kiribin jî nekariye îradeya gel têk bibe, nekariye gel teslîm werbigire. Ya girîng jî ev yek e.”

Besê Hozat girîngiya berxwedana bi pêşengiya jinan bi bîr xist û got, "Li Tirkiyeyê desthilateke faşîst heye. Li dijî Kurdan siyaseta komkujiyê tê kirin. Di heman demê de siyaseta qirkirinê li dijî civaka Tirkiyeyê tê kirin. Li dijî van polîtîkayên faşîst têkoşîneke mezin heye.”

Besê Hozat ji bo desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê destnîşan kir, ku biryar siyasî ye û got, "Pêwendiya vê biryarê bi mesleeya Kurd heye. Ji bo tinekirina Kurdan siyasetê dikin, hewl didin ku nasname û hebûna Kurdan neyên qebûlkirin. Encama vê hewldanê jî desteserkirina şaredariyan e, girtiyan siyasetmedarên Kurd e, komkujî ye. Yanî rewşa awarte wê li Kurdistanê neqede.”

'Desthilatdariya AKP'ê Tirkiyeyê parçe dike'

Besê Hozat destnîşan kir, desthiladariya AKP'ê hewl dide Kurdan ji aliyê siyasî ve j^ıtasfiye bike û anî ziman, li dijî vê yekê pêwîstî bi berxwedaneke xurt a civakî heye.

Besê Hozat got, "Bêguman divê li qada hiqûqî jî têkoşîn bê meşandin, lê belê li Tirkiyeyê ji bo Kurdan hiqûq nîne. Gelekî kêm hebû, ew jî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve ji holê hate rakirin. Niha hiqûq, edalet, demokrasî nîne. Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin dagirkirin. Li Stenbol, Îzmîr û gelek bajaran li dijî vê yekê hêzên demokrasiyê nerazîbûn nîşan dan.”

Besê Hozat bi bîr xist ku daxwaza yekane ya vê desthilatdariyê domkirina desthilatdariya xwe ye û got, "Ji ber vê yekê eger îro li Kurdistanê rewş bi vî rengî be sibe wê derbasî Enqere, Stenbol û Mersînê bibin. Lewma divê her kes nerazîbûnê nîşanî van êrîşên li dijî Kurdan bidin. Rexne dikin, dibêjin ku ew bi Kurdan re ne, berxwedanê silav dikin. Ev gelekî watedar in, lê belê rewş li gorî demên beriya niha cuda ye. Eger li Kurdistanê edalet û demokrasî nebe li Tirkiyeyê jî nabe. Êdî dengdêrên CHP'ê jî hinekî hişyar bûye. Sekna beşek ji hêzên demokrasiyê ya li pêşberî Kurdan erênî ye.”

Hozat diyar kir ku desthilatdariya heyî li dijî her hêzê şer dike û got, "Divê baş bê dîtin ku vê desthilatdariya faşîst welat gihandiye kîjan astê. Eger bi vî rengî bidome wê Tirkiye sibe, dusibe parçe bibe. Siyaseteke welê dimeşîne ku Tirkiyeyê tine dike.”

'Dewleta Tirk xwe nade ber çareseriya demokratîk'

Besê Hozat peyamên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û got, "Divê hevdîtinên bi Rêbertî re hatin kirin baş bên fêhmkirin. Li gorî ku me bihîstine nirxandinên cuda tên kirin. Mîna ku li Îmraliyê hevdîtin tên kirin, sibe, dusibe wê çareserî pêk bê nirxandin tên kirin. Ev nêzîkatî şaş e, rast nîne. Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkê çareser bike mûxatabê çareseriyê rêbertî ye. Jİ bo Rêbertî pirsgirêka Kurd çareser bike divê dewlet bi rengekî rast tevbigere, bernameyeke çareseriyê biafirîne. Rêbertî ji bo çareseriyê xwedî plan, proje û nêrînê ye. Li aliyê dewleta Tirk pirsgirêk heye. Dewleta Tirk bixwaze wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, nexwaze çareser nabe. Tenê bi Rêbertî ev pirsgirêk çareser nabe. Ev nirxandineke şaş e. Divê dewleta Tirk ji bo çareseriyê biryarê wergire.

Rêber Apo ji bo çareseriyê amade ye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çi pêwîst be Rêbertî dibe alîkar. Lê belê sedema pirsgirêka Kurd Rêbertî nîne, dewleta Tirk bi xwe ye. Hewldanên Rêbertî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e. PKK 40 sal in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têdikoşe. Ji bo azadiya Rojhilata Navîn, ji bo jiyana demokratîk a bi hev re ya gelên Kurd, Tirk û hemû gelên din têdikoşe.”

'Kurd daxwaza xweseriya demokratîk dikin'

Besê Hozat destnîşan kir, ji bo li Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk pêk were divê mafên gelê Kurd bên naskirin û got, "Nasnameya Kurdan nas bikin, xweseriya Kurdan nas bikin. Kurd dixwazin di nava sîstemeke xweser de bi rengekî azad û demokratîk bijîn. Ya ku Rêbertî dibêje ev yek e. AKP-MHP timî dibêjin 'PKK dixwaze Tirkiyeyê parçe bike, dewletê ava bike. Li Sûriyeyê dixwaze dewletê ava bike'. Ev hemû derew in, demagojî ne. Ji bo siyaseta xwe ya qirêj bimeşînin vê yekê dibêjin û hewl didin rewa bikin. Ji bo bandorê li civaka Tirkiyeyê bikin û nîjadperestiyê sor bikin demagojiyê dikin. Ew jî baş zanin ku paradîgmaya me guhertiye. Em dixwazin pirsgirêka Kurd di nava sînorên dewletê de bi statuyeke demokratîk çareser bikin.”

Besê Hozat bang li gelê Kurd, civaka demokratîk a Tirkiyeyê û hêzên aştîxwaz kir, ku berxwedana li dijî vê desthilatdariya faşîst xurt bikin û destnîşan kir, her ku berxwedan xurt be wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê zûtir têk biçe.

'Em şerê birakujiyê ti carî qebûl nakin'

Besê Hozat der barê yekîtiya gelê Kurd de jî destnîşan kir ku ew şerê birakujiyê ti carî qebûl nakin û anî ziman, axaftina dawî ya Mesûd Barzanî erênî bû.

Besê Hozat got, "Barzanî got, 'Em naxwazin di nava Kurdan de komkujiyek rû bide, em ê nehêlin ku tiştekî bi vî rengî pêk were'. Ev yek baş e, lê belê divê di pratîkê de pêk were. Kes naxwaze di nava Kurdan de komkujî pêk were, şerê birakujiyê rû bide. Gelê Kurd vê qebûl nake. Axaftina vê mijarê jî şerm e. Heqaret e ji bo Kurdan, şerm e. Me birakujî timî weke şermekê weke sûc dît û timî red kir.”

Besê Hozat destnîşan kir ku li gel rexneyên wan ên der barê rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ew destketiyên li Başûr gelekî girîng dibînin û got, "Ji bo Başûr xurt bibe, ji bo bibe xwedî jiyaneke demokratîk em amade ne bi her rengî alîkariyê bikin. Li Rojava û Bakur destketî hene. Ji bo Kurd di sedsala 21'ê de bibin xwedî statu, divê siyaseta qirkirinê ya dewletên ku 100 sal in polîtîkaya qirkirinê dimeşînin red bikin. Pêwîste sekneke hevpar nîşan bidin. Divê polîtîkayeke neteweyî û hevpar bê meşandin. Tiştên ku zerarê didin Kurdan divê bên terikandin. Em hêvî dikin ku hikumeta Başûr wê li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigere. Dewleta Tirk niha hewl dide di navbera HPG û pêşmergeyan de şer derxîne. Ev yek xefik e, planeke qirêj û metirîdar e. Divê dinya û gelê me vê bibîne. Gelê me dixwaze ku rêxistinên me nehêlin ku ev yek pêk were. PKK bi tena serê xwe nikare vê asteng bike. Partiyên Kurdan hemû divê di vê mijarê de hişyar bin.”

'Metirsiya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome'

Besê Hozat her wiha qeyrana Suriyê wiha pênase dike; "Şerê cihanê yê sêyemin ev 7 salin li Suriyê tê meşandin. Ev şer wê li Iraqê jî dijwar bibe. Ev şer derbasê Îranê dibe, ji ber ku Îran jî di rojevê de ye. Di Tirkiyê de şer heye ku Tirkiye bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Dewleta Tirk li her deverê di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Ji bo dijminahiya li hember Kurdan dixwaze di nav vî şerî de bibe aktor û cih bigre. Di vî şerî de rola Suriyê girîng dibe, paşeroja Suriyê girînge. Tişta ku xwiya dike ev şer ket qonaxekî nû, wê ev şer berdewam bike. Di Suriyê de şer xilas nabe. Îhtîmal e ev şer dirêj bibe û berdewam bike. Amerîka dixwaze û bi giştî hêzên hegemonîk û Rûsya jî wisa ye. Hem hêzên emperyal ê rojava û hem jî yên rojhilat dixwazin li gor berjewendiyên xwe yên di Rojhilata Navîn de sîstemekê dizayn bike. Bi salane dixwazin dewletên heremê jî li gor berjewendiyên xwe bikar bînin û bi salane vê dikin. Niha ji bo şênberbûna Suriyê tişta ku derkdikeve holê ev e. Amerîka dixwaze Tirkiyê tevlê dizayna Suriyê bike. Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Îdlib, Efrin, Bab, Cerablus, Ezaz perçeyek ji vêna bû. Niha dixwaze dewleta Tirk li Rojhilatê Firatê di hevsengiyekî siyasî de Tirkiyê bide meşandin. Rûsya jî li gor berjewendiyên xwe li ser Tirkiyê siyasetekî dide meşandin. Tirkiye û hikumeta AKP-MHP’ê ya faşist ji bo qirkirina Kurdan dixwaze ji wan sud werbigre.

Divê em vê bibînin, wê li Suriyê ev şer dem dirêj berdewam bike. Ev polîtîkayên ku li ser Suriyê tê birêvebirin ji bo Kurdan jî xetere. Divê Kurd vê bizanibin, wê dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan wê di Suriyê de israr bike. Bi vê pilanê dixwaze, li Bakur-Rojhilatê Suriyê de encam bigre. Gef û tehlukeyên li ser Suriyê ji holê ranebuye û wê xilas jî nebe. Wê berdewam bike. Ji bo wê lazime Gelê me di her aliyê de xwe biparêze. Li hember dagirkeriya dewleta Tirk divê şerê gel ê şoreşgerî esas bigre. Di hindir de lazime xwe baş amade bikin. Di hindr de divê qet sistbunek çênebe. Niha li ser sinor niqaş çêdibe. Ji bo herêma ewle tê bi nav kirin. Ev hemû demagojî ye. Ev herêma ewle ya li rojava ya di bin kontrola HSD’ê de bi giştî ewle ye. Heke em rast lê nav bikin wisa ye. Ji bo herêma bi ewle ti wateya xwe tune ye. Amerika jî dewleta Tirk jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyan ji holê rabike. Hemi armancên wan derd û kulen wan ev e. Divê di rojeva Gelê me de şaşitî û şemitandin çêneke, şaş fêmkirinekî çêneke. Ji bo statuyê tiştek wisa tune ye. Dagirkerî û xeterî berdewam bike. Dewleta Tirk bi giştî dixwaze herêma rojava dagir bike. Dewleta Tirk dixwaze xweseriya demokratik û statuya ku heye bi giştî ji holê rabike. Şoreşê tasfiye bike, ev aşkere ye. Amerika jî dixwaze li gor berjewendiyên xwe dizayn bike. Divê gelê me bi gelên heremê re xwe xwirt bike, bi Ereban re xwe xwirt bike û ji her tiştê re xwe amade bike, ev girînge. Ji bo paşeroja Suriyê sibê wê çi bibe ne diyare. Ji ber kû her kes li gor hevsengi û berjewendiyên xwe tevdigere. Ti kes berjewendiyên gelan nafikire. Ti kes azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Suriyê nafikire. Ne Amerika ne Rûsya ne jî hêzên heremê difikire. Her kes li gor xwe dixwaze dizaynekî çêbike. Ji bo na wê pêşengê gel divê pir bi aqil bibe, neyên xapandin, saf nêz nebin, a polîtîk nêz nebin, pir polîtîk bibin, pir bi aqil bibin; her tim di nav tekoşînê de bibin. Ji xwe bawer bibin, ji hêza xwe ya cewherî bawer bibin. Rêxistina xwe xwirt bikin.

Ez vê bêjim, em xeteriyê zêde dibînin. Li ser rojava xeterî pir zêde heye. Dewleta Tirk bi poltikayên xwe yên Suriyê di bin bîrekî de maye. Wê çawa derbikeve nizane. Dewleta Tirk di pêvajoya bi Îran û Rûsya re îflas kir. Bi çend civînên Astana, Soçî encam negirt. Niha di Îdlibê de şerekî pir mezin heye. Gel di hindirê raperînekî de ye. Ji Erdogan re dibêjin te me firot, di rastiyê de wisa ye. Erdogan her kesî difiroşe.”

'Di navbera Şamê û Reveberiya xweser de divê hevdîtin dest pê bikin'

Besê Hozat; di dawiya axaftina xwe de got; "Divê ji zu ve pêvajoya muzakereyan destpê kiribûya. Diviyabû Şam bi Rêveberiya xweser re rûniştibûya, ev mesele niqaş kiriba û çareser kiribûya. Ev êdî rastiyeke, aqilê dewlet û aqilê Şam rasyonel nêz bibe. Ne mimkune ku Surî weke berê bibe. Sûriye parçe bûye. Li Sûriyeyê 8 sal in şer heye. Dewletekî ku tu bikaribî wek bere behs bikî nema ye. Hêzên hegemonîk yên giştî yên dinyayê hemî di Suriyê de ye. Her kes siyaset dide meşandin. Ev 8 salin Gelên Suriyê mafên xwe yê azadiyê dixwaze. Divê Rêveberiya Şamê bi aqilane bi rasyonel bi Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Suriyê re birune pirsgirêkan çareser bike. Di halê hazir de statuyek heye û nas bike. Ev ne perçekirina Suriyê ye, ev hîn bêhtir Suriyê xwirt bike. Wê pêşî li ber perçebunê bigre. Wê hêzên ku di Suriyê de li gor berjewendiyên kar dikin wê wan jî bê tesir bike. Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Suriyê pir caran ji bo diyalogê bang li Rêveberiya Şamê kir. Bi qasê ku em dişopînin car caran hevdîtin jî çêdibin, lê hevdîtinên cidî nînin. Ew hevdîtin yên çareserkirina pirsgirêkan nînin. Hevdîtinên demkî ne yên pragmatî û seranser in. Rêveberiya Şamê dixwaze Rêveberiya xweser lewaz bibe teslîmê Şam bibe. Ev nêzikatiyek pir erzane. Divê li ser esasê bernama projeyekî hevdîtin bên kirin ev diyalog çêbibe, wê pir baş bibe. Di encam de ev pirsgirêk wê bi Şamê re çareser bibe. Axa Bakur-Rojhilatê Suriyê perçeyek ji Suriyê ye. Di sinorê dewleta Suriyê de cih digre. Divê bi rengeki xweser di Suriyê de çareserî çêbibe. Em hewldanên Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Suriyê erênî dibinin, divê her du alî pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û bi muzakeraeyan çareser bikin."


Mijarên Din