‘Berxwedana Til Eran û Til Hasilê bingeha berxwedana li hemberî fikrê tundraw bû‘

Meclisa Kantona Şehbayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê bi bîr anîn û got, berxwedana Til Eran û Til Hasilê bingeha berxwendana li hemberî fikrê tundraw bû.

Komên çete yên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Lîwa El-Tewhîd û hin komên Kurdî di sala 2013‘an de li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên rojhilatê bajarê Helebê komkujiyek pêk anîn. Di encamê de 50 sivîl bûne qurbanê.

Bi wesîleya salvegera 3‘yemîn a komkujiyê Meclisa Kantona Şehbayê mêtîngeke bi amadebûna endamên meclisê re li ber navenda Şehîd Axîn Welat a navçeya Fafînê li dar xistin. Endama wêneyên şehîdên komkujiyê hilda bûn û daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ji aliyê parêzer Cuma Kalo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku terorîstên DAIŞ, El-Nusra, Meclisa Leşkerî ya Helebê û xayînên ji komên Kurdî roja 27‘ê Tîrmehê piştî nîvro dest bi êrîşan kirin. Şêniyên herdu gundan zêdeyî 50 şehîd dan. Her wiha hate gotin ku çeteyan bi îdîaya belavkirina nav û ola xwedan destdirêjî cenazeyên şehîdan dikirin û nedihiştin ku şênî wan di goran de defin bikin, li aliyekî din jî jin, zarok û temenmezin digirtin û talan dikirin.

Meclisa Kantona Şehbayê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew komkujiya Til Eran û Til Hasilê ji bîr nakin û got, şerê li Til Eran û Til Hasilê yê yekemîn li hemberî fikirê teror ê rêxistina El-Qaîde û hevalên wê bû û bingeha berxwedanê ya li dijî fikirê tundraw ku derbasî civakê bû ye û wiha hate domand: "Armanca vê komkujiyê ne belavkirina îslamê bû wekî ku îdia dikirin, lê belê koçberkirina kurdan ji gundên wan bûn, valakirina gundan û derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereb de bû."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tevlêbûna hin komên kurdî mîna Tugeya Yûsif El-Ezma, Tugeya Azadî, Eniya Îslamî ya Kurdî û Tugeya Selahedîn yên destekda xwe ji Hikûmeta Kurdistanê digirin ji komkujiyê û hate gotin ku beşdarbûna van komanan di pêkanîna vê komkujiyê de îxaneta wan eşkere dike.

Meclisa Kantona Şehbayê komkujiya Til Eran û Til Hasilê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê, her wiha helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê ya destekê dide dewleta Tirk di êrîşên li ser gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkrina dewleta Tirk hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din